🔴Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, binpêkirinên giran ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Dumlu ya Hejmara 2’yan bir rojeva Meclisê û diyar kir ku li girtîgehê tecrîdeke pirreng û rejîmeke îşkenceyê tê meşandin.
NÛPEL – Parlamentera Şirnexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Parti) Newroz Uysal Aslan, ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Dumlu ya Erziromê, serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê (İHİK) da. Aslan di serlêdana xwe de bal kişand ser rewşa giran a girtiyan û pêkanînên keyfî yên rêveberiya girtîgehê.
Paqijkirina Odeyan Bû Sedema Lêpirsînê
Li gorî agahiyên di serlêdanê de cih digirin, li girtîgehê astengiyên sosyolojîk û fîzîkî gihîştine asteke bilind. Hat diyarkirin ku girtiyên ku odeyên xwe yên şêdar û gemar paqij dikin, bi lêpirsînên dîsîplînê re rû bi rû dimînin. Her wiha hat gotin ku:
Sûdê xirab û yê ku dîroka wan derbas bûye didin girtiyan.
Xwarinên girtîgehê pir nebaş û nexwarbar in.
Pirtûk û weşanên çandî tên sansurkirin.
Ode tîrêjên rojê nabînin û ji ber avê rûbeteke zêde tê de heye.
Hewadarî li Sait Ozturk Hat Qedexekirin
Aslan di serlêdana xwe de mînaka girtiyê bi navê Sait Ozturk da. Ozturk ê ku cezayê muebeta giran lê hatiye birîn, ji 15’ê Kanûna 2025’an vir ve, tevî ku mafê wî yê yasayî ye jî, nayê derxistin havalandirmayê. Ozturk 24 saetan di hucreyê de tê girtin û tu hinceteke hiqûqî ji bo vê qedexeyê nayê nîşandan.
Li Ser Malbatan Zext û Lêgerîna Tazî
Binpêkirin ne tenê bi girtiyan re sînordar in, zext li ser malbatan jî hene. Hat ragihandin ku di 2’yê Sibatê de dema malbata Sait Ozturk çûye dîtina vekirî, lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin. Her wiha saetên hevdîtinan bi zanebûn di saetên pir zû de tên destnîşankirin da ku malbatên ji bajarên din tên bên westandin û mafê dîtinê were astengkirin.
Banga Lêkolînê ji Bo Berpirsiyaran
Newroz Uysal Aslan daxwaz kir ku Komîsyona Mafên Mirovan tavilê heyetekê bişîne Girtîgeha Dumluya Erziromê û ev xalên li jêr werin lêkolînkirin:
Sedema qedexekirina havalandirmayê ya li ser Sait Ozturk.
Lêpirsînên ku ji bo paqijiyê li girtiyan hatine vekirin.
Plana saetên hevdîtinê ya salek dawî.
Pêkanînên lêgerîna tazî û berpirsiyarên van kiryaran.
Aslan destnîşan kir ku ev pêkanîn ji sînorên înfazê derketine û veguherîne sîstemeke îradeşikandin û rûreşkirinê.
/Çavkanî: MA/










