Kekê Figen Yuksekdag, Cavit Yuksekdag jiyana xwe ji dest da

Nûçe

🔴ADANA (Nûpel)– Kekê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Figen Yuksekdag, M. Cavit Yuksekdag ê ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, koça dawî kir.

Kekê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Figen Yuksekdag, M. Cavit Yuksekdag, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ev demeke li Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê dihat dermankirin. Yuksekdag, duh bi şev li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Dê li gundê Golovası were veşartin

Li gorî agahiyên ku hatine ragihandin, cenazeyê Cavit Yuksekdag wê roja Înê ji mala malbata wî ya li taxa Namik Kemal a navçeya Ceyhanê bê girtin. Tê payîn ku piştî nimêja Înê, cenaze li navçeya Yumurtalikê, li goristana malbatê ya li gundê Gölovası were veşartin.

Figen Yuksekdag dê beşdar bibe?

Hate hînbûn ku ji bo beşdarbûna merasîma cenaze serlêdanên pêwîst hatine kirin û tê payîn ku Figen Yuksekdag ji bo xatirxwestina dawî ya kekê xwe beşdarî merasîmê bibe.

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Îranê di 33 Rojan de 5 hezar û 700 Caran Êrişî Welatên Ereban Kir
Li Hewlêrê dronek li nav kafeteryayekê ket

Nûçeyên Sereke