Li Serhedê ji bo Wêjeya Kurdî Gaveke Nû: KURDÎWAR Hat Damezrandin

🔴WAN (Nûpel) – Bi armanca parastina mîrasa çandî, zindîkirina bîra wêjeyî û gihandina vê dewlemendiyê ji nifşên nû re, Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR) li bajarê Wanê dest bi xebatên xwe kir.

Hevseroka demkî ya komeleyê Elîf Gemîcîoglû, der barê armanc û projeyên komeleyê de agahiyên girîng parve kirin û destnîşan kir ku ew dixwazin bibin sîwanek ji bo hemû kedkarên wêjeyê.

Armanc: Bîra Akademîk û Arşîveke Mayînde

Gemîcîoglû diyar kir ku li herêma Serhedê cara yekem e saziyeke bi vî rengî ava dibe. Armanca bingehîn a KURDÎWARê ev e:

Komkirina nivîskar, edîtor û kedkarên wêjeyê di bin banekî de.

Avakirina arşîveke akademîk ji bo parastina berhemên Kurdî.

Zindîkirina mîrasa Feqiyê Teyran û çanda dengbêjiyê wekî bîra wêjeyî ya herêmê.

“Divê Bêhna Jinan ji Çîrokan Bê”

Di xebatên komeleyê de rola jinan û ciwanan wekî xaleke stratejîk hat diyarkirin. Gemîcîoglû destnîşan kir ku divê wêje bi feraseta jinê û ruhê ciwanan bê hûnandin û got:

“Dema çîrokek tê nivîsandin, divê bêhna jinan û vîna civakê jê bê.”

Derî ji Hemû “Xwedî Pênûsan” re Vegirî ye

Komele ne tenê ji bo nivîskarên ku pirtûkên wan çapkirî ne, ji bo her kesê ku di qadên wekî edîtorî, redaksiyon û şaxên cuda yên wêjeyê de kedê dide vekirî ye. KURDÎWAR plan dike ku bi rêya:

Panel û Konferansan,

Komxebatên wêjeyî,

Perwerdehiya ziman û nivîsandinê,

platformeke hevpar a têkoşîn û hilberînê ava bike.

Banga Ji Bo Xwedîderketinê

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Elîf Gemîcîoglû bal kişand ser girîngiya ziman û çandê di parastina nasnameya Kurdî de û bang li gelê herêmê û hunermendan kir ku xwedî li vê saziya nû derkevin da ku mîrasa Serhedê ya dîrokî neyê jibîrkirin.

/Çavkanî: AW/

Van jî bibîne

 

Dr. Neşmîl Qasimlo: Kurd riya xwe xêz dikin
Newroz Uysal: Di Mirina Rojhat Babat de Zincîra Îhmalan Heye

Nûçeyên Sereke