NÛPEL – PENa Kurd û Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê bi hevkariyeke hevbeş, ji bo rûmetdarkirin û bîranîna sê qelemên girîng ên edebiyata Kurdî; Mehmet Emîn Bozarslan, Refîq Sabir û Ehmed Huseynî bernameyeke taybet organîze dikin.
Ev çalakiya ku dê li paytexta Swêdê, Stockholmê birêve biçe, bi piştgirî û beşdariya gelek nivîskar, rewşenbîr û kesayetên navdar ên Kurd pêk tê. Armanca bernameyê ew e ku balê bikişînin ser keda van her sê nivîskaran a di warê ziman, helbest û dîroka Kurdî de û bîranîna wan zindî bihêlin.
Tê payîn ku di bernameyê de li ser jiyan û berhemên nivîskaran bê axivîn helbest bên xwendin û nirxandinên li ser bandora wan a di edebiyata nûjen a Kurdî de bên kirin. Ev bername derfeteke girîng dide hezkiriyên wêjeyê ku li derdora mîrateya van nivîskaran werin cem hev.
Agahiyên Bernameyê di Afîşê de ne











