🔴NÛPEL– Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek, îdiayên ku digotin li Girtîgeha Îmraliyê ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan xaniyekî taybet tê çêkirin, bi daxuyaniyekê red kirin. Gurlek diyar kir ku li kampusa girtîgehê avahiyên îdarî hene û çêkirina “xaniyekî taybet” ne di rojevê de ye.
“Tiştekî Wiha Nîne”
Wezîrê Dadê Akin Gurlek, beriya civîna koma AK Partiyê ya li Meclîsê, pirsên rojnamegeran bersivandin. Li ser pirsa derbarê daxuyaniya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ku gotibû “Li Îmraliyê ji bo Ocalan xanî tê çêkirin”, Gurlek wiha got:
“Tiştekî wiha nîne. Li wir kampuseke îdarî heye. Ji ber ku kampuseke îdarî ye, dibe ku li gorî pêwîstiyê avahiyên nû bên çêkirin, lê tiştekî wekî çêkirina xaniyekî taybet nîne.”
Derbarê Ozgur Ozel de Pêvajoya Hiqûqî Dest Pê Kir
Rojnamegeran her wiha îdiayên Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ên derbarê “qeydên tapuyan” de ji Gurlek pirsîn. Gurlek ragihand ku wî li dijî Ozel serî li darazê daye û wiha axivî:
Doza Tezmînatê: “Me hem doza tezmînata manewî vekir û hem jî giliyê wî kir.”
Lêkolîna Belgeyan: “Bê guman dê dadgeh qeydên tapoyan bîne. Ez naxwazim zêde li ser vê mijarê biaxivim.”
Pakêta 12emîn a Darazê û Yasaya Înfazê
Wezîrê Dadê derbarê amadekariyên Pakêta 12emîn a Darazê de jî agahiyên girîng parve kirin. Gurlek destnîşan kir ku pakêt ji Serokkomariyê re hatiye şandin û piştî lêkolînê dê biçe Komîsyona Dadê ya Meclîsê.
Gurlek bi taybetî bal kişand ser mijara “înfazê” û eşkere kir ku di vê pakêtê de tu sererastkirinên nû yên derbarê yasaya înfazê de cih nagirin.
/rd/










