🔴NÛPEL – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amarên fermî yên êrişên li ser Herêma Kurdistanê eşkere kirin. Li gorî daxuyaniyê, di nava 30 rojên borî de ji aliyê Îran û komên çekdar ên Îraqî ve bi giştî 474 caran êrişî ser xaka Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Çavkaniyên Êrişan û Amar
PDK di raporta xwe de balê dikişîne ser aliyên ku van êrişan pêk tînin û wiha dibêje:
Supaya Pasdaran a Îranê: 179 êriş pêk anîne.
Komên Milîs ên Îraqî: 295 êriş pêk anîne (Hate diyarkirin ku budceya van komên milîs ji aliyê hikûmeta federal a Îraqê ve tê dabînkirin).
Hewlêr di Amancê de ye
Li gorî parvekirina amaran, parêzgeha Hewlêrê di serê lîsteya hedefan de cih digire. Dabeşbûna êrişan li ser parêzgehan bi vê rengî ye:
Hewlêr: 370 êriş
Silêmanî: 90 êriş
Dihok: 11 êriş
Helebce: 3 êriş
Cûreyên Çekên Hatine Bikaranîn
Di êrişan de teknolojiya drona û mûşekan bi giranî hatiye bikaranîn. Rêjeya çekên ku di van êrişan de hatine bikaranîn wiha ye:
Dronên Bombebarkirî: 359 car (Ji sedî 75,74)
Mûşek: 104 car (Ji sedî 21,94)
Topbarankirin: 10 car (Ji sedî 2,11)
Çekên Sivik: 1 car (Ji sedî 0,21)
Pergalên Parastinê û Encama Êrişan
Di raporê de hat destnîşankirin ku 228 êriş ji aliyê pergalên parastinê ve hatine têkbirin an jî negehiştine armancên xwe. Ev amara dawî nîşan dide ku di meha borî de Herêma Kurdistanê rûbirûyê metirsiyeke mezin a ewlehiyê bûye û bûye yek ji wan deverên ku herî zêde êriş li ser hatine kirin.
(Çavkanî: Rûdaw)










