PJAK: Divê Hemû Neteweyên Îranê Di Siyasetê De Bibe Xwedî Biryar

Nûçe

🔴NÛPEL – Endamê Desteya Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêwar Awdanan, beşdarî “Kongreya Azadiya Îranê” ya li Londonê bû û bang kir ku ji bo pêşerojeke demokratîk, divê hemû gelên Îranê di qada siyasî de cih bigirin.

Awdanan ku bi rêya online tevlî kongreyê bû, vîzyona PJAKê ya ji bo çareserkirina krîzên Îranê bi raya giştî re parve kir. Awdanan bal kişand ser çar xalên sereke û destnîşan kir ku guhertina sîstema heyî ber bi sîstemeke demokratîk û dadperwer ve êdî ferzeke dîrokî ye.

‘Mafê Kurdan û Hemû Gelan e Ku Welat Birêve Bibin’

Rêwar Awdanan di axaftina xwe de diyar kir ku sîstema navendî ya heyî mafên neteweyan binpê dike û wiha got:

“Mafê Kurdan û hemû neteweyên li Îranê heye ku beşdarî siyasetê bibin û di pêvajoya biryardan û birêvebirina welat de bibin xwedî vîn. Divê cudahiyên navxweyî nebin sedema lewazbûna hêzên opozîsyonê; berovajî wê, divê ev dewlemendî bibe bingeha yekîtiyê.”

Berxwedana Jinan û Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Awdanan di beşeke din a axaftina xwe de cih da rewşa jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Wî destnîşan kir ku tevî zext, qedexe û tundiya rejîmê, jinan tu carî paşde gav neavetiye û wiha pê de çû:

“Jin ji bo wekhevî û beşdariya siyasî têkoşîneke bêhempa didomînin. Tevî hemû astengan jî, pêşengiya jinan a di nava civakê de zindî ye.”

Endamê Desteya Rêveber a PJAKê, axaftina xwe bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” ku bûye sembola serhildanên li Îranê, bi dawî kir.

/Çavkanî: AW/

Van jî bibîne

 

NY Êrişa li Ser Mala Nêçîrvan Barzanî bi Tundî Şermezar Kir
Sînorê Tirkiye û Ermenistanê: Piştî 33 Salan Hêviyeke Nû

Nûçeyên Sereke