Ji bo ciwanên di Newrozê de hatine binçavkirin daxuyanî hat dayîn

Nûçe

🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Platforma Saziyên Demokratîk a Agiriyê, xwestin kesên ji ber pîrozbahiyên Newrozê hatine binçavkirin bêne berdan. 

Platforma Saziyên Demokratîk a Agiriyê derbarê kesên ji bo pîrozbahiyên Newrozê hatine binçavkirin daxuyanî.

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) ê Agiriyê Serhat Koroglû di daxuyaniyê de got bi ser malan de girtin û biçavkirina welatiyan zirarê dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

Yilmaz, xwest ku kesên ji ber pîrozbahiyên Newrozê hatine girtin û binçavkirin tavilê bên berdan. Yilmaz wiha berdewam kir: ‘’Polîtîkayên zextê di nava civakê de rê li ber fikar û bêbaweriyê vedikin. Ji bo parastina aştiya civakî, hewceye ev pêla binçavkirinê bi dawî bibe. Divê ciwanên hatine girtin demlidest bên berdan.’’

Van jî bibîne

 

Barzanî Hişyarî da Bexdayê: Sepandina Biryaran Krîzê Kûrtir Dike
Li Cizîr Boriya Petrolê Teqiya: Petrol Tevlî Çemê Dîcleyê bû

Nûçeyên Sereke