🔴NÛPEL – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrişên dronî û mûşekî yên li ser Herêma Kurdistanê peyameke tund belav kir. Barzanî ragihand ku tevî 5 caran rasterast êrişî baregeha wî hatiye kirin jî, wan ji bo parastina aramiya xelkê bêdengî hilbijartibû, lê êdî ev rewş bi şermezarkirinên asayî çareser nabe.
Bîlançoya Êrişan: 450 Caran Êriş Hatiye Kirin
Barzanî diyar kir ku ji destpêka aloziyên li herêmê ve, komên çekdar ên nêzîkî Îranê bi giştî 450 caran bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kirine. Barzanî bal kişand ser hûrgiliyên van êrişan:
5 caran rasterast “Baregeha Barzanî” hatiye armanckirin.
Doh li Dihokê bi dronan êrişî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye kirin.
Barzanî destnîşan kir ku wan heta niha ji bo ku di nav xelkê de “dilgiranî û hêrs” çênebe dengê xwe nekiriye, lê diyar kir ku ev êriş wekî “şerfiroşiyeke eşkere û zilmeke mezin” tên hesibandin.
Bang li Bexdayê: ‘Yan Rê Li Ber Bigirin Yan Jî Bêjin Me Pê Nayê’
Barzanî di peyama xwe de bi awayekî zelal bang li rayedarên hikûmeta federal a Îraqê kir ku berpirsiyariya xwe bibecih bînin. Barzanî got:
“Ev yek bi şermezarkirin, telefon, peyam û komîteyan çareser nabe. Divê rayedarên Îraqê helwesta xwe diyar bikin. Yan divê eşkere bikin ku ne di şiyana wan de ye rê li ber wan komên derveyî qanûnê bigirin, yan jî divê cidî bikevin dewrê û dewletê biparêzin.”
‘Îradeya Gelê Kurdistanê Nayê Şikandin’
Di dawiya peyama xwe de, Barzanî dilniyayî da gelê Kurdistanê û tekez kir ku Herêm ti carî nebûye beşek ji şer û aloziyên herêmî. Barzanî got ku gelê Kurdistanê xwedî îradeyeke ji pola ye û ti gef yan jî dijminatî nikare doza rewa ya vî gelî û vîna wî ya aştiyane bişikîne.
/rd/










