Nêçîrvan Barzanî: “Armanc ne ez im, pêgeha Serokatiya Herêmê ye”

Nûçe

🔴NÛPEL – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, derbarê êrişa ku li ser mala wî ya li bajarê Dihokê pêk hat de  daxuyanîyek da û destnîşan kir ku ev êriş ne tenê li ser kesê wî, lê belê li dijî saziyeke fermî û destûrî ya Îraqê ye.

Barzanî di beşdariya bultena Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand ku ev bûyer ji bo aramiya hemû Îraqê “pêşketineke metirsîdar e” û bang li hikûmeta federal kir ku sînorekî ji bo komên derveyî yasayê deyne.

“Êriş li dijî saziyên dewletê ye”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku armancgirtina mala Serokê Herêmê, binpêkirina serweriya qanûnê ye û got:

“Mijar ne şexsî ye. Ew komên ku ji yasayê derketine, maf didin xwe ku êrişî pêgeha Serokê Herêmê bikin. Ev pêgeh li gorî destûra Îraqê xwedî şûn û rûmetekê ye. Lewma ev êriş ji bo hemû Îraqê metirsiyeke mezin e.”

Bang li Bexdayê hat kirin

Serokê Herêmê amaje bi wê yekê kir ku Serokwezîrê Îraqê têkildarî bûyerê peywendî bi wî re kiriye û êriş şermezar kiriye. Barzanî destnîşan kir ku divê Hikûmeta Federal a Îraqê bi awayekî gelekî cidî li ser van cure êrişan bisekine û nehêle kesên derveyî yasayê êrişî sazî û dezgehên dewletê bikin.

“Giringiya xwîna Pêşmergeyekî ji mal û milk zêdetir e”

Barzanî derbarê ziyanên madî yên li mala wî de got ku xanî û milk li hember canê mirovî ne xwedî qîmet in:

“Spas ji Xwedê re ku tiştek bi ti kesî nehatiye. Xanî hatiye wêrankirin, ew ne kêşeyeke mezin e. Eger tu wê bi birîndarbûna Pêşmergeyekî yan bi xwîna şehîdekî bidî ber hev, ev tiştekî bêqîmet e.”

Di dawiya axaftina xwe de, Nêçîrvan Barzanî spasiya hemû xelkê Kurdistanê (ji Zaxoyê heta Xaneqînê) û civaka navneteweyî kir ku piştgiriya xwe nîşan dane û diyar kir ku ev piştgirî ji bo wan “hêzeke mezin e.”

Van jî bibîne

 

Mezlûm Ebdî êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir: “Aramiya Başûr aramiya hemû Kurdan e”
DEM Partiyê Êrişa li Dijî Mala Nêçîrvan Barzanî bi Tundî Şermezar Kir

Nûçeyên Sereke