🔴STENBOL (Nûpel) – Ciwanên bi navê Eren Abaş û E.K. yên ku piştî Newroza Stenbolê bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin, bêyî ku îfadeyên wan werin girtin hatin berdan. Ciwanan bi raporên derpkirinê yên ku bi derfetên xwe girtine, li dijî polîsan gilî kirin û diyar kirin ku îşkence saetekê berdewam kiriye.
Piştî pîrozbahiyên Newrozê yên li Stenbolê, polîsan bi ser gelek malan de girt û bi dehan kes binçav kirin. Di nav van kesan de karkerên înşeatê Eren Abaş (21) û E.K. (22) jî hebûn. Her du ciwanên ku li malên xwe bi tundiya polîsên tîmên taybet re rû bi rû man, piştî îşkenceyê birin emniyetê, lê şûna ku îfadeya wan were girtin, bi bangkirina malbatên wan hatin berdan.
‘Saetekê Îşkence Li Me Kirin’
Li gorî daxwaznameya sûc a ku pêşkêşî Serdozgeriya Komarê ya Anadoluya Stenbolê hat kirin, hûrguliyên bûyerê wiha ne:
Tundiya di Kêliya Serdegirtinê de: Polîsên tîmên taybet ên bi maske, bi darê zorê ketine malê û bi qûntara çekên lûledirêj li rûyê E.K. xistine.
Kelepçeya ji Paş ve: Her du ciwan hatine kelepçekirin û li erdê bi dar û qûntara çekan hatine derpkirin.
Heqaret û Biçûkxistin: Eren Abaş diyar kir ku dema ew li erdê dirêjkirî bû, polîsek derketiye ser pişta wî û heqaretên zayendî lê kirine.
Berdana Bêîfade: Piştî ku di malê de tiştekî qedexe nehat dîtin, ciwan birine Midûriyeta Polîsan a Samandirayê, lê li wir bêyî girtina îfadeyê û bêyî ku raporên derpkirinê werin girtin, hatine berdan.
Şopên Tundiyê di Raporê de ne
Wêne û dîmenên ciwanan asta îşkenceyê nîşan didin. Di rûyê E.K. de werimîna giran, li seranserê pişt û milên wî jî şopên lêdanê hene. Her wiha di çavê Eren Abaş de xwînbûn û li eniya wî birînên kûr hatine tespîtkirin. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Umraniyeyê di rapora xwe de ev birîn hemû qeyd kirine.
‘Em vê Îşkenceyê Qebûl Nakîn’
Eren Abaş derbarê bûyerê de axivî û got:
“Saet di 02.30’an de bi ser mala me de girtin. Ez nû hişyar bûm, bi qûntara çekê li min xistin, ez ji ser hişê xwe çûm. Hevalê min ê malê jî li ber çavên min dihat derpkirin. Bêyî ku em bizanibin sûcê me çi ye, saetekê îşkence li me kirin. Paşê em birin qereqolê û bêyî ku dozger bibîne em berdan. Em bi derfetên xwe çûn nexweşxaneyê û me rapora derpkirinê girt. Em vê îşkenceyê qebûl nakin û me gilî kir.”
/Çavkanî: MA/










