Hûsiyan li Dijî Îsraîl û DYAyê “Şer” Ragihandin

CîhanNûçe

🔴NÛPEL – Rêberê tevgera Hûsiyan a li Yemenê, Ebdulmelik el-Hûsî, bi daxuyaniyeke vîdyoyî ragihand ku ew di eniya Îranê de cih digirin û bi fermî li dijî Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) şer îlan dikin.

El-Hûsî di peyama xwe de bal kişand ser hevkariya xwe ya bi Tehranê re û diyar kir ku ew ê di vê pêvajoyê de “înîsiyatîfê” bigirin destê xwe.

“Em ê Tu Carî Dudil Neberjin”

Rêberê Hûsiyan di daxuyaniya xwe de bi tundî êrîşî polîtîkayên Rojava û Îsraîlê kir û wiha got:

“Di şerê li dijî DYA û Îsraîlê de, wekî serdemên berê, bi baweriyeke tam a bi Xwedê, em ê li gel Îranê cih bigirin û înîsiyatîfê wergrin. Ez radigihînim ku em ê di pêkanîna wezîfeya xwe ya cîhadê de, li dijî zalimên serdema me, Cihûyên Siyonîst û milê wan ê Amerîkî, tu carî dudil nebin.”

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Îsraîlê ‘Dilê Atomî’ yê Îranê Amanc Girt: Arak û Yezd Hatm Bombebarankirin
Erdogan: Şerê Li Herêmê Ne Tenê Aliyan, Mirovahiyê Jî Birîndar Dike

Nûçeyên Sereke