🔴NÛPEL – Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, derbarê îdîayên çekdarkirina hêzên Rojhilatê Kurdistanê û aloziyên li herêmê daxuyaniyên girîng da. Talebanî eşkere kir ku Amerîka tu çekan nade partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li ser axa Herêmê ne û helwesta hikûmetê ya li dijî beşdarbûna wan hêzan di şer de dubare kir.
“Em rê nadin hêzên Rojhilat beşdarî şer bibin”
Qubad Talebanî destnîşan kir ku tu agahiyên wan nînin ku nîşan bidin Amerîka alîkariya leşkerî dide hêzên Rojhilatê Kurdistanê. Talebanî diyar kir ku desthilata Herêma Kurdistanê rastevast hişyarî daye van hêzan û wiha got:
“Me ji wan re gotiye ku beşdarbûna we di vî şerî de li ser axa Herêma Kurdistanê dê ne ‘aqilmendane’ be. Em rê nadin tiştekî wilo li vir bibe.”
Bang li Bexdayê hat kirin: Milîsên deryasayî bidin sekinandin
Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrişên komên çekdar ên Îraqî yên li ser Herêma Kurdistanê û ew kom wekî “milîsên deryasayî” pênase kirin. Talebanî eşkere kir ku wan ev mijar gelek caran biriye ber destê hikûmeta federal a Bexdayê.
Talebanî got ku wan daxwaz ji Bexdayê kiriye ku desttêwerdanê bike û rê li ber van êrişan bigire. Li gorî gotinên wî, hikûmeta federal “pabendbûna xwe nîşan daye” ku van êrişan rawestîne.
Rewşa Herêmê piştî 28ê Sibatê
Ji 28ê Sibatê ve, piştî destpêkirina aloziyên rasterast di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, Herêma Kurdistanê bûye armanca gelek êrişên mûşekî û dronan. Ev êriş bi piranî ji aliyê komên çekdar ên nêzî Îranê ve tên encamdan, ku bandoreke nerênî li ser ewlehiya herêmê dikin.
/Çavkanî: rd/









