Ji Bo ‘Xezalên Xizir’ Seferberiya Hewarê: Li Xozatê Xezaleke Hat Rizgarkirin

NûçeXweza

🔴DERSÎM (Nûpel)– Li gundê Sirze yê navçeya Xozatê, bizineke kovî ya ku ketibû ber êrîşa kûçikan û bi giranî birîndar bibû, bi saya hestiyariya welatiyekî ji mirinê hat rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, duh li gundê Sirze yê ser bi Xozatê ve, kûçikên xwedîker êrîşî xezaleke kirin. Di encama êrîşê de xezal bi giranî birîndar bû. Welatiyê bi navê Alî Haydar Yektaş ê ji gundê Sirze/Çilga ku li herêmê bû, bi hestiyariyeke mezin xwe gihand hawara xezalê û ew ji devê kûçikan rizgar kir.

Radestî Tîmên DKMP’ê Hate Kirin

Yektaş, piştî ku xezala birîndar diparêze, tavilê xeber dide Midûriyeta Şaxa Dersîmê ya Parastina Xweza û Parkên Neteweyî (DKMP). Tîmên ku hatin cihê bûyerê, xezalê ji bo dermankirinê birin bin çavdêriyê. Tê payîn ku piştî pêvajoya rehabilitasyonê, xezalê dîsa berdin xwezayê.

“Li Gorî Baweriya Dersîmê Pîroz e”

Hêjayî gotinê ye ku Pezkoviyên li gorî Peymana Bernê di bin parastineke tund de ne û nêçîra wan qedexe ye. Her wiha, di nav civak û baweriya Dersîmê de ev heywan wekî “Xezalên Xizir” têne qebûlkirin û pîrozbahiyeke wan a manewî heye.

Parêzvanên xwezayê û şîniyên herêmê bang dikin ku ji bo parastina van heywanan û jîngehên (habitat) wan, divê hemû tedbîrên pêwîst bên girtin û hestiyariya civakî were zêdekirin.

 

 

Van jî bibîne

 

Amerîkayê Êrişa Îranê Şermezar Kir: Marco Rubio bi Mesrûr Barzanî re Axivî
Caner Canerîk: Navê rîtuelan neyê guhertin, bila pêwendiya wan a bi rabirdûyê re neqete

Nûçeyên Sereke