🔴NÛPEL – Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer, beşdarî bernameyeke televîzyona Channel 8 bû û derbarê hunermendên Kurd ên ku di nava pergala Tirkiyeyê de cih digirin, nirxandinên tund û baldar kirin.
Perwer, di dema bernameyê de bal kişand ser cudahiya hişmendî û nasnameyê ya di navbera hunermendan de û bi taybetî navên Ahmet Kaya, Mahsun Kırmızıgül û İbrahim Tatlıses anî ziman.
‘Ahmet Kaya Zana Bû, Lê Yên Din Nexwende Ne’
Şivan Perwer, di nirxandina xwe de Ahmet Kaya wekî mînakekî erênî nîşan da û destnîşan kir ku Kaya xwedî hişmendiyeke kûr bû:
“Ahmet Kaya kesekî bîrewer bû û cîhan baş dixwend; wî bi eşkereyî digot ku ew Kurd e. Lê belê Mahsun Kirmizigul û İbrahim Tatlises nexwende ne, dîrokê nazanîn û ji têkiliyên civakî bêpar in.”
Rexneya ‘Ruhê Kurdewariyê’
Perwer di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ev her du nav ji nirxên neteweyî dûr in û wiha got: “Di wan de ruhê Kurdewariyê tune ye.” Her wiha ji bo İbrahim Tatlises jî bi bîr xist ku beriya navdar bibe, li Rihayê av difirot û ji aliyê hişmendiya civakî ve xwe pêş nexistine.










