Hunermend Ulaş Kelaşîn Piştî 21 Salan Li Ser Axa Bav û Kalan e: ‘Min Dilê Hostayên Xwe Jî Bi Xwe Re Anî’

🔴Hunermend Ulaş Kelaşîn Piştî 21 Salan Li Ser Axa Bav û Kalan e: ‘Min Dilê Hostayên Xwe Jî Bi Xwe Re Anî’

ÇEWLÎG (Nûpel) – Hunermendê Kurd Ulaş Kelaşîn, piştî salên dûr û dirêj ên xerîbiyê, vegeriya welatê xwe da ku li ser axa lê hatiye dinê konserekê bide. Kelaşîn ku dê di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de li Çewligê derkeve ser dikê, hestên xwe bi Nupel TV re parve kirin.

‘Hesreta Salan Bi Dawî Dibê’

Kelaşîn di hevpeyvîna xwe de diyar kir ku dayîna konserekê li ser axa dayika xwe, ji bo wî bextewariyeke bêhempa ye. Hunermend bi bîr xist ku gelek hevalên wî yên hunermend hîn jî di hesreta welat de ne û wiha got:

“Dayîna konserekê li ser axa ku ez lê hatime dinê, ji bo min şanaziyeke mezin e. Ez ne tenê bi navê xwe, lê bi berpirsyariya hostayên wek Marûf, Xelîl Xemgîn û Şemdin hatime vir. Min di dilê xwe de hesret û hestên wan hunermendên ku nikarin vegerin ser vê axê jî bi xwe re anîne.”

‘Em Deyndarê Pêşengên Vê Axê ne’

Hunermend Kelaşîn, di axaftina xwe de bal kişand ser nirxên pîroz ên vê axê û hevalên pêşeng ên ku di oxira azadiyê de canê xwe dane. Kelaşîn bi bîr xist ku ev ax bi ked û fîdakariya wan hatiye parastin û wiha berdewam kir:

“Gelek hevalên pêşeng ên ku di oxira azadiyê de canê xwe dane, ji vê axê derketine. Em her gav deyndarê wan nirxan û keda wan in. Heyecana min a îro, bi vî deynî re hîn mezintir dibe.”

Peyama Yekîtî û Azadiyê

Hunermendê ku di dema axaftina xwe de car caran hestiyar bû û hêsir ji çavên wî barîn, destnîşan kir ku vegera wî ya piştî salan a ji bo bajarê Çewligê, wî pir bi heyecan dike. Kelaşîn diyar kir ku ew Newroza îsal wekî “vegera li cewherê xwe” dibîne.

Ulaş Kelaşîn di dawiya axaftina xwe de peyameke pîrozbahiyê ya watedar da û got:

“Bi hêviya yekîtî, aramî û azadiyê; ez Newroza hemû gelê Kurd pîroz dikim.”

 

 

 

Van jî bibîne

 

Behice Feride Demir: Dara Şîlanê û Destê Zeynebê
Sîpan Hemo: Yên ku êrişî Kurdan û sembolên neteweyî dikin li pey fitneyê ne

Nûçeyên Sereke