🔴AMED (Nûpel) – Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî, bi peyameke vîdyoyî beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê bû. Talabanî silavên taybet ji bo Abdullah Ocalan şandin û destnîşan kir ku ew amade ne pêvajoya destpêkirî bi hev re bi encam bikin.
Serokê YNKê Bafil Talabanî, ji bo Newroza Amedê ya ku bi beşdariya sed hezaran kesan bi coşeke mezin hat pîrozkirin, peyameke bi baldarî şand. Talabanî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û pêvajoya çareseriyê.
‘Silav ji bo Serok Apo’
Talabanî di destpêka peyama xwe de gelê Kurd û beşdarên Newrozê silav kir û bi taybetî navê Abdullah Ocalan hilda:
“Silav heval Abdullah Ocalan, silav Serok. Newroza we pîroz be. Di vê serdemê de ya ji bo me herî bi qîmet, yekitiya me û yekitiya her çar parçeyên Kurdistanê ye.”
‘Em ê bernameyê bi hev re temam bikin’
Bafil Talabanî, di berdewamiya peyama xwe de piştgiriya xwe ya ji bo hewildanên aştiyê û pêvajoya ku ji aliyê Ocalan ve hatibû destpêkirin nîşan da û wiha got:
“Ez silavên xwe yên taybet ji bo her kes û derdorên ku beşdarî pêvajoya birêz Abdullah Ocalan dane destpêkirin re dişînim. Înşallah ez ê di demeke nêz de werim xizmeta heval Apo. Em ê bernameyê bi hev re temam bikin û di demeke nêz de di nav şert û mercên azad de hev bibînin.”
‘Sala bê ez ê li Amedê bim’
Talabanî di dawiya peyama xwe de diyar kir ku YNK her dem di xizmeta gel de ye û sozek da gelê Amedê:
“Hûn dizanin ku YNK her dem ji bo we hebûye. Ez li vir soz didim; sala bê hûn ê min di vîdyoyan de temaşe nekin, ez ê bixwe li wir di xizmeta we de bim. Ser çavan û ser seran.”










