🔴Nûpel – Li bajarê Erzînganê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” pîrozbahiyeke girseyî hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de bangên ji bo aştî, wekhevî û çareseriya demokratîk derketin pêş. Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi coşeke mezin hat vêxistin.
Pîrozbahî li kêleka Avahiyên TOKÎ yên Beldeya Ulularê hat kirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di qadê de pankarta “Li welat demokrasi, li herêmê aştî” hat vekirin û ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hat girtin.
‘Pirsê Kurd bi mafên wekhev çareser dibe’
Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Kedê (EMEP) Orhan Kurul, di axaftina xwe de bal kişand ser nîqaşên derbarê meseleya Kurd de û got:
“Meseleya Kurd pirsgirêkeke sedsalî ye ku divê li ser bingeha mafên wekhev bê çareserkirin. Ji bilî mezinkirina têkoşînê tu rêyeke me ya din nîne. Divê em li dijî kesên ku li benda me ne, qadên Newrozê biparêzin û têkoşîna xwe geş bikin.”
‘Deynê me yê biharê ji vê axê re heye’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî bal kişand ser pêvajoya demokratîk û wiha axivî:
“Kurd, Tirk, Elewî û Sunit; deynê biharê yê her kesî ji vê axê re heye. Heger di dilê me de kîn hebe bihar nayê. Çawa ku hesin di agir de nerm dibe, zilm jî bi piştevaniyê dihele. Divê em hemû ji bo serdestiya hezkirinê keda xwe bidin.”
Ayten Kordu: Agirê Newrozê agirê azadiyê ye

Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu diyar kir ku Newroz roja berxwedana gelan a li dijî zilmê ye û got:
“Ev ax, axên ku aştiyê heq dikin in. Desthilatdariya siyasî û hişmendiya dewletê divê bi zilma ku afirandiye re rûbirû bibe. Agirê Newrozê agirê demokrasî û azadiyê ye. Aştiyê dê gelên vî welatî bi dest bixin.”
Agir hat geşkirin, govend hat gerandin
Piştî axaftinan, bi pêşengiya ciwanan agirê Newrozê hat vêxistin. Welatiyên ku li dora agir bûn, bi stranên hunermend Hasan Ali Sezer govend gerandin û cejna xwe pîroz kirin.
/Çavkanî: MA/










