Rêjîma Îranê 2 ciwanên Kurd bidarve kir

CîhanNûçe

Rêjîma Îranê 2 ciwanên Kurd ên ku beşdarî xwepêşandanên li dijî krîza aboriyê ya 28’ê Kanûna 2025’an bûbûn, bidarve kir.

Daniyal Kerameti yê 19 salî û Mohsen Azîmnîa yê 20 salî, bi hinceta ku di meha Çile de li Îlamê beşdarî xwepêşandanan bûne, hatibûn girtin û darizandin. Hate ragihandin ku cezayê bidarvekirinê yê her du ciwanan hatiye erêkirin û serê vê sibehê hatine bidarvekirin.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de cih girtine, ji 28’ê Sibatê ve ku pêla êrişan dest pê kiriye heta niha bi giştî 5 ciwan bi hinceta beşdarbûna xwepêşandanên 28’ê Kanûnê ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin.

 

/Ajansa Mezopotamya/

Trump: “Em Dikarin Şer di Du Saniyan de Biqedînin”
Navenda Kaşûnê ya Hasêrekê Di Cejnê De Li Benda Mêvanên Xwe Ye

Nûçeyên Sereke