Peyama Ocalan dê li Newroza Amedê bê xwendin

Nûçe

🔴Nûpel – Tê payîn ku di peyamê de derbarê Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê, wateya Newrozê û geşedanên dawî de nirxandin cih bigirin.

Li seranserê Tirkiye û Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin û amadekariyên Newroza Amedê jî lez girtine. Tê payîn ku îsal di 21ê Adarê de li Qada Newrozê zêdetirî milyonek kes beşdarî pîrozbahiyê bibin.

Di demekê de ku çend roj ji Newroza bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” re mane, amadekariyên li Parka Newrozê gihîştine qonaxa dawî. Li aliyê din, hûrguliyên bernameyê jî zelal dibin.

Peyama Ocalan dê bê xwendin

Dema ku amadekarî li seranserê bajêr didomin, mijara herî zêde tê mereqkirin peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Tê payîn ku peyama Abdullah Ocalan di destpêka bernameyê de bê xwendin.

Naveroka peyamê

Tê payîn ku Abdullah Ocalan di peyama xwe ya Newroza îsal de balê bikşîne ser girîngiya Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê, wateya Newrozê û geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û cîhanê.

Peyama Newrozê ya Ocalan herî dawî di sala 2013’an de li Newroza Amedê hatibû xwendin. Ew peyam ji aliyê endamên Şandeya Îmraliyê ya wê demê, Sirri Sureyya Onder û Pervin Buldan ve bi raya giştî re hatibû parvekirin.

Axaftvan

Di Newrozê de Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tuncer Bakirhan, siyasetmedar Leyla Zana, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, Çetin Arkaş û Veysi Aktaş dê axaftinan bikin.

Hunermend

Di pîrozbahiyê de Koma Agirê Jiyan, Zinar Sozdar, Alend Hazim, Dilan Top, Erkan Top û koma Govendê dê derkevin ser dikê.

650 kes hatin wezîfedarkirin

Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Firat Yuksektepe ku ji MA’yê re axivî, ev agahî dan:

“Newroza 2026’an Newroza azadî, demokrasî û yekîtiyê ye. Sala ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê mîsogerkirin e. Em jî bi vê hişmendiyê xebatên Newrozê dimeşînin. Ji hemû saziyan 650 hevalên me yên berpirsên ewlehiyê dê li qadê amade bin. Ji bo ketina qada Newrozê 6 derî hene. 3 deriyên mezin hene ku qelebalix lê zêde ye. Deriyekî protokolê jî heye. Li her deriyekî 30 kesên ku di nav de parêzer, parlamenter û siyasetmedar hene, dê cih bigirin û mudaxileyî pirsgirêkên ku derkevin bikin. Ji bo gelê me tu pirsgirêkan nejî, amadekariyên me hemû berdewam dikin.”

Van jî bibîne

 

Adil Okay: “Dîroka Rast bi Fîlmên Kujeran Nayê Guhertin”
Hevserokên DEM Partiyê Cejna Remezanê Pîroz Kirin: ‘Rêya Aştiyê Komara Demokratîk e’

Nûçeyên Sereke