🔴Nûpel – Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, bi boneya Cejna Remezanê peyameke piralî weşandin. Di peyamê de bal hate kişandin ser avakirina “Komara Demokratîk” û bang li 86 milyon welatiyan hate kirin ku cejn bibe wesîleya aştî û wekheviyê.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, bi minasebeta Cejna Remezanê bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî), Tirkî û Erebî peyamek weşandin. Hevserokan diyar kir ku ev serdem ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn wekî “demsala şikestinên dîrokî” ye û destnîşan kirin ku di van rojan de herî zêde pêdivî bi peyamên aştî û edaletê heye.
Yekbûna Newroz û Remezanê: ‘Cejna Ducarî’
Di peyamê de hate destnîşankirin ku îsal Newroz û Cejna Remezanê di demeke nêzî hev de hatine pîrozkirin û ev yek wekî “cejna ducarî” hate pênasekirin. Hevserokan daxwaza xwe ya ji bo jiyaneke bi rûmet wiha anîn ziman:
“Em hêvî dikin ku ev rojên cejnê ji bo welat, herêm û mirovahiyê ne rojên mirinê, lê yên jiyanê; ne yên bêhiqûqiyê, lê yên maf û hiqûqê; ne yên şer, lê yên aştiyê bin.”
Çareserî: Komara Demokratîk
Hatimogullari û Bakirhan di peyama xwe de bal kişandin ser modela çareseriyê ya partiya xwe û diyar kirin ku bingeha jiyana azad û wekhev bi guherîneke pergalî pêkan e:
Ji bo Tirkiyeyê: Avakirina Komara Demokratîk.
Ji bo Herêmê: Avakirina Rojhilata Navîn a Demokratîk.
Hevserokan di dawiya peyama xwe de destnîşan kirin ku bi gavên hevpar ên di pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk de, dê nêzîkî aştiyeke mayînde bibin. Bi vê baweriyê cejna hemû welatiyan pîroz kirin û daxwaz kirin ku cejn ji bo her kesî azadî û wekheviyê bîne.










