DYA û Îsraîlê li Îranê Rafîneriya Gaza Xwezayî ya ‘Parsa Başûr’ Xist

Nûçe

🔴Navenda Nûçeyan – Li gorî daxuyaniyên rayedarên Îranê, balafirên bêmirov (ÎHA) yên aîdî Amerîka û Îsraîlê êrîşî qada gaza xwezayî ya Parsa Başûr kirin. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de şewat derketiye û xebatên li qadê hatine rawestandin.

Êrîş li ser Fazên 3 û 6 Hat Pêkanîn

Ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya Îranê Mehr, li ser agahiyên ji Wezareta Neftê ya Îranê ragihand ku qada gaza xwezayî ya Parsa Başûr (South Pars) ku li Kendava Basrayê ye, bûye hedefa balafirên bêmirov. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku bi taybetî fazên 3’yemîn û 6’emîn ên rafîneriyê hatine lêdan.

Qaymeqamê Aseluyeyê: Rewş di bin Kontrolê de ye

Qaymeqamê navçeya Aseluyeyê, Îskender Pasalar, piştrast kir ku herêm ji aliyê DYA û Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin. Pasalar derbarê geşedanan de ev agahî parve kirin:

“Rewş niha di bin kontrolê de ye. Ji bo ku şewat belav nebe, me xebatên li qadên lêdayî rawestandine. Tîmên agirkujiyê yên Parsa Başûr û Herêma Aborî ya Taybet a Parsê mudaxaleyî agir dikin. Navenda birêvebirina krîzê hat avakirin û her cure tedbîr hatine girtin.”

Li gorî agahiyên destpêkê, di vê êrîşê de tu kesî canê xwe ji dest neda ye.

Parsa Başûr: Dilê Enerjiya Cîhanê

Qada gaza xwezayî ya Parsa Başûr, wekî mezintirîn qada gaza xwezayî ya cîhanê tê qebûlkirin û di navbera Îran û Qeterê de tê parvekirin. Ev herêm ji bo aboriya enerjiyê ya Îranê xwedî girîngiyeke stratejîk û krîtîk e.

/Çavkanî: Rûdaw/

Li Geverê Newroza Azadiyê: ‘Em vê Newrozê diyarî Birêz Ocalan dikin’
MSD: Çareserkirina doza Efrînê bi bidawîkirina hebûna leşkerî ve girêdayî ye

Nûçeyên Sereke