Li 7 Navçeyên Amedê Agirê Newrozê Geş Bû

Nûçe

🔴Amed (Nûpel) – Li navçeyên Bismil, Farqîn, Erxenî, Pasûr, Pîran, Gêl û Çêrmûgê yên Amedê Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin û bang li dewletê hate kirin ku di vê mijarê de demildest gavekê biavêje.

Di pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, li van navçeyan bi dirûşmên “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û “Newroza Azadî û Demokrasiyê” pîrozbahî hatin lidarxistin. Di çalakiyên ku bi tevlîbûna hezaran kesan pêk hatin de, daxwaza sereke azadiya Abdullah Ocalan bû.

Farqîn

Li navçeya Farqînê, li Qada Azîzoglû pîrozbahî hatin kirin. Beşdaran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Jin û ciwanên bi kincên herêmî û rengên kesk, sor û zer, li ber stranan govend gerandin.

Di pîrozbahiyê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, Hevşaredarên Navçeyê Kadrî Esen û Sevîm Bîçîcî û gelek welatî amade bûn. Koma alîgirên Amedsporê (Barîkat) jî bi rengên xwe coşeke mezin da qadê. Piştî vêxistina agir, hezaran kesan li dora agir govend gerandin.

Serhat Eren di axaftina xwe de got:

“Meşaleya Newrozê bi hezaran sal e di destê Kawayê Hesinkar, Mazlûm Dogan, Rahşan û Zekiyeyan de têkoşîna me ronî kiriye. Îro jî ev meşale bi destê Rêberê Gelê Kurd geş dibe. Gelê Kurd bi hezaran sal e ji bo nasname, ziman û çanda xwe li ber xwe dide. Em jiyaneke nû dixwazin ku tê de ziman û nasnameya Kurdî di hiqûqê de cih bigire.”

Bismil

Li Bismilê, gel li Qada Newrozê ya li kêleka otogarê kom bû. Tevî astengiyên polîsan ên li ser zarokan û hin wêneyan, bi hezaran kes bi coşeke mezin beşdar bûn. Agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hate vêxistin.

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku jin û ciwan bi ruhê Newrozê daxwaza azadiya Ocalan dikin û divê dewlet gavên şênber biavêje.

Erxenî

Li Erxeniyê, welatî bi alên rengîn li Qada Otogarê kom bûn. Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya di pîrozbahiyê de axivî û got:

“Newroz azadî ye. Werin em Newroza 2026an wekî mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd pîroz bikin.”

Pîron

Li Rawestgeha Çeşmeyê, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer û Hevşaredar Aysel Baran û Haci Akengîn beşdarî pîrozbahiyê bûn. Gulşen Ozer silavên xwe ji girtiyên siyasî re şandin û destnîşan kir ku heta azadî pêk neyê ew ê ranewestin.

Gêl

Siyasetmedar Ayla Akat Ata di pîrozbahiya Gêlê de axivî. Wê destnîşan kir ku Newroz sembola vejînê ye û wiha got:

“Ji bo pêvajoyeke aştiyê, divê her kes berpirsiyariya xwe bîne cih. Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Birêz Abdullah Ocalan.”

Pasûr

Li Pasûrê, pîrozbahî li kêleka stadyûmê pêk hat. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî û Salih Muslim bi bîr anî. Şahîn diyar kir ku statuya Rêber Ocalan, statuya gelê Kurd e û ev Newroz dê bibe destpêka jiyaneke azad.

Çêrmûg

Li qada Sergermavê ya Çêrmûgê jî bi beşdariya Parlamenter Adalet Kaya Newroz hate pîrozkirin. Di çalakiyê de dirûşmên ji bo azadiyê hatin berzkirin û pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.

 

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Li Cizîrê bi 77 Meşaleyan Pîrozbahiya Newrozê
Newroza Dersîmê: Ji mîmarê aştiyê re hezar silav

Nûçeyên Sereke