🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Hikûmeta Afganistanê ragihand ku balafirên şer ên Pakistanê li paytext Kabîlê navendeke dermankirina girêdayiyên narkotîkê bombebaran kiriye. Di encama vê êrişa xwînawî de, li gorî daxuyaniyên fermî yên Afganistanê 400 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Êriş Di Dema Fitarê De Pêk Hat
Teqînên dijwar şeva duşemê saet di 21:00an de (bi dema Hewlêrê 19:30) bajarê Kabîlê hejand. Êriş di meha Remezanê de, dema ku xelk piştî fitarê li derve bû, pêk hat. Ev yek bû sedema tirs û panîkeke mezin di nav gel de.
Berdevkê hikûmeta Afganistanê Zabîhullah Mucahîd, êriş wekî “sûcekî li dijî mirovahiyê” pênase kir. Şahidê bûyerê Umut Stanikzai, ku li navendê wezîfedarê ewlehiyê ye, diyar kir ku balafiran piştî gulebarana leşkeran bombe berdane ser navendê û agir bi herêmê ketiye.
Di Hejmara Miriyan De Nakokî Heya
Derbarê hejmara qurbaniyan de daneyên cuda tên parvekirin:
Hikûmeta Afganistanê: Di navendê de herî kêm 400 sivîl hatine kuştin û 250 kes birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê: 200 mirî û 200 birîndar hatine piştrastkirin.
Saziyên Navdewletî: Rêxistina Emergency ya Îtalyayê ragihand ku 3 cesed û 27 birîndar gihîştine destê wan, lê nûçegihanên AFP’ê li cihê bûyerê herî kêm 30 cesed dîtine.
Pakistan: “Me Baregehên Leşkerî Hedef Girtin”
Hikûmeta Pakistanê îdiayên derbarê hedefgirtina navenda tenduristiyê de red kir û parast ku wan êrişeke “hesas” biriye ser tesîsên leşkerî yên ku piştgiriya terorîstan dikin. Îslamabad, Afganistanê bi parastina komên çekdar gunehbar dike û pevçûnên meha dawî wekî “şerekî eşkere” bi nav dike.
Hişyariya Krîza Mirovan
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji 26ê Sibatê ve ji ber zêdebûna rageşiyê herî kêm 75 sivîl hatine kuştin û 115 hezar kes jî ji cih û warên xwe bûne. Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) jî hişyarî da ku heke bêîstîqrarî berdewam bike, dê bi mîlyonan Afgan bi rîska birçîbûnê re rû bi rû bimînin.
Di asta dîplomatîk de hewildanên Çînê yên ji bo navbeynkariyê heta niha bêencam mane. Pispor balê dikşînin ku welatên Kendavê yên berê navbeynkarî dikirin, niha ji ber şerê li Îranê mijûl in, lewma çareseriyeke nêz ji bo rawestandina şerê Pakistan û Afganistanê nayê dîtin.
/Çavkanî: Rûdaw/










