🔴Nûpel – Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku bi dawîbûna şerê bi Îranê re, wê bihayê petrolê li bazarên cîhanê bi lez kêm bibe û got, “Dema şer biqede, biha wê mîna kevir bikevin.” Trump her wiha îdia kir ku ji bo gelê Îranê di nava sefaleteke demdirêj de nemîne, wan bi zanebûn hin tesîsên binesaziyê yên stratejîk hedef negirtine.
Trump, roja Duşemê (16ê Adara 2026an) ji medyaya Amerîkayê re axivî; geşedanên dawî yên di “Operasyona Hêrsa Destanî” (Operation Epic Fury) û rewşa bazarên enerjiyê de nirxand.
Trump anî ziman ku ew bawer dike şer wê pir dirêj nekêşe.
“Ez Dikarim Di Saetekê de Elektrîka Îranê Bibirim”
Trump îdia kir ku ew di êrîşên li ser binesaziya Îranê de “bijartî” tevdigerin û ev îfade bikar anîn:
“Ez dikarim di nava saetekê de hemû santralên elektrîkê yên Îranê bi erdê re bikin yek, lê niha ez xwe ji vê yekê dûr dixim. Ji ber ku avakirina van bi salan dikişîne û ez naxwazim gelê Îranê di nava trawma û sefaleteke demdirêj de bimîne.”
“Me li Girava Xarkê Bi Zanebûn Boriyên Petrolê Nexistin”
Trump bal kişand ser bombebarana giran a ku roja înê li dijî Girava Xarkê (termînala petrolê ya herî mezin a Îranê) pêk hat û got ku tesîs bi piranî ji karketinê hatine xistin, lê wan dest neda xetên sewqiyata petrolê.
Trump got, “Niha tevahiya Girava Xarkê ne di rewşa xebatê de ye, lê min bi zanebûn li boriyên petrolê nexist. Min rê neda ku êrîş ji 90 metreyî zêdetir nêzî tu tesîseke petrolê bibin. Hilweşandina van tesîsan hêsan e lê avakirina wan a ji nû ve demeke pir dirêj dikişîne.”
Li Ser Pirsa Operasyona Bejayî Bersiveke Veşartî
Li ser pirseke derbarê şandina leşkerên bejayî bo xaka Îranê, Trump diyar kir ku ew ê stratejiya xwe ya leşkerî eşkere neke û got, “Fikrê min ê li ser vê mijarê neguheriye, lê ez ê planên me ji rojnamevanan re nebejim.”
Serokê DYA’yê bal kişand ser lêçûna şer jî û nirxandina “Lêçûna şer (ji bo DYA’yê) gelek kêm e” kir.
Operasyona hevpar a DYA-Îsraîlê ya ku di 28ê Sibata 2026an de dest pê kiribû, di roja xwe ya 17an de ye. Krîza enerjiyê ya cîhanî ku di 2yê Adarê de bi girtina Tengava Hurmuzê ji aliyê Îranê ve gur bibû, bi soza Trump a “bihayên petrolê wê bikevin” re rûyekî nû girt.
Rêveberiya Tehranê jî heta niha di daxuyaniyên xwe de gefa xwe didomîne ku eger tesîsên wan ên enerjiyê werin lêdan, ew ê tevahiya herêma Kendavê bikin “çembera agir”.
/Çavkanî: Rûdaw/










