🔴HELEPÇE (Nûpel) –Rêveberê Giştî yê Karûbarên Şehîdên Enfala Helepçeyê Kameran Mistefa Ebdullah şehîdên enfalê bibîranî û got: “Tevî ku Hikûmeta Îraqê jenosîd weke tawan erê kiriye jî malbatên ziyandîtiyan nehatine qerebûkirin.”
Serokê rejîma Îraqê Sedam Hisên, 16yê Adara 1988an, bajarê Helepçe yê Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyawî bordûman kir.
Hikûmeta Iraqê piştî sala 2003an êrîşa kîmyayî ya li ser Helebçeyê bi fermî wekî jenosîd nas kir. Ev naskirin ji çend qonaxên girîng ên yasayî û siyasî re derbas bû:
Dadgeha Bilind a Cezayê Iraqê 2010an, biryarek dîrokî da û êrîşa kîmyayî ya li ser Helebçeyê wekî sûcek jenosîdê bi nav kir. Ev biryar bû bingehek yasayî ya bihêz bo xurtkirina vê rastiyê.
Encûmena Wezîrên Iraqê 2011an, bi fermî biryar da ku karesata Helebçeyê wekî jenosîd li dijî gelê Kurd nas bike.
Parlamentoya Iraqê di heman salê de, enfala Helepçeyê weke “qirkirin” bi nav kir û ev bi yek dengiyê çêbû.
Her çend sûc bi fermî hatibe qebûlkirin jî, meseleya qerebûya madî û manewî yên qurbaniyan hîn jî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de mijara nîqaşê ye.
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Şehîdên Enfala Helepçeyê Kameran Mistefa Ebdullah ji Nûpel TVyê re behsa komkujiyê û pêvajoya piroseya yasayî kir û got pêwîste ziyandîtiyên jenosîdê bêne qerebûkirin.
‘Aqûbeta 274 zarokan ne diyar e’
Kameran Mistefa Ebdullah diyar kir ku îro 38 sal bi ser komkujî Helepçe re derbas dibin. Kameran berdewam kir: “Beriya 38 salan, weke îro bi çekên Kîmyawî Helepçe tê bordumankirin. Di bordumanê de zêdetirî 5 hezar kes şehît dibin û 10 hezar welatî jî birîndar dibin. Piştî wê xelkê me yê Helepçe koçberê Îran û Rojilatê Kurdistanê bûn. Gelek welatiyên me hîna birînên kîmyayê dihilgir in û bandora kîmyayê berdewam e. Zêdetirî 274 zarok winda bûn û hîna jî aqûbeta van zarokan ne diyar e.”
‘Komkujî hat nasîn lê nehat qerebûkirin’
Kameran Mistefa Ebdullah li ser qerebûnekirina ziyanditiyan got: “Di asta naveteweyî behsa komkujî û hejmara şehîdan tê kirin. İraqê Yasaya Dadgeha Cezayê Bilind û Yasaya Tawanên Jenosîdê derxist lê mixabin tevî ku vê jenosîdê weke tawan jî ragihand malbatên ziyandîtyan ji aliyê Hikûmeta Navendî ve nehatine qerebûkirin.”
Koçberiya beriya jenosîdê
Kameran Mistefa Ebdullah got: “Beriya jenosîdê, Rejîma Baas 13yê meha 5 ya 1987an taxa bi navê Kanîşqan kirine armanc. Zêdetirî 50 welatiyan bi birîndarî girtin û zindî binaxkirin. Gelek welatî wê demê jî şehîd bûn. Wê demê jî gelek xelkê Helepçe awareyê Îranê bûn. Malbata me jî wê demê koçber bû li ser sînor bicih bûn. Me ji dûr bordûmana Helepçe jî. Hemû kesûkarên me bûn. Em bûn şahidê gelek bûyeran. ”
Kameran Mistefa Ebdullah herî dawî got: “Em hêvî dikin ku komkujiya li Helepçe rûda ye careke din li ti ciheke cîhanê rû nede. Mixabin îro em li Rojava û beşên din jî rûbirûyê heman tewanan dibin. Bila Helepçe dûbare nebe. Ez hemû şehîdên Helepçeyê careke din bibîrtînim. “










