NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li navçeya Şirnex, Mêrdîn, Amed û Colemêrg yên Bakurê Kurdistanê lêhî rabûn.
Birêvebiriya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro, 15yê Adarê, ji bo parêzgehên Çewlîg, Bedlîs, Mûş, Wan, Colemêrg û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.
Amed

Di heman rojê de ji ber barana zêde li Amedê, li gundikê Hecî Îbrahîm, Reşo, Gulîzera û Boşatê lêhî rabû. Rêyên gund xira bûn û li gelek avahiyan jî zirerên madî çêbûn.
Mêrdîn

Ji duh ve li Mêrdînê baraneke zêde dibare û li gelek gundan avên çem û rûbaran rabûn.
Li gundên Xerabburka û Emrûdê yên navçeya Qoserê, ava rûbar rabû û gelek malên gundiyan di bin avê de man. Sûlava Emrûdê jî piştî barînan mîna heriyê diherike. Li navenda navçeyê jî Rûbarê Zerganê rabû û ava rûbarî li hin cihan heta nîva taxan çû.
Li navçeyên Stewr û Artukluyê jî avên rûbaran rabûn û gelek zevî di bin avê de man.
Li navçeya Rişmilê jî ji ber barînan Rûbarê Ricleyê ku 12 sal bû nediherikî jî rabû. Ji ber rabûna ava rûbarî gelek zevî û gund di bin avê de man.
Şirnex

Ava çemê Dîcleyê li navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnexê ve bilind bûye û ji bo derdor bûye cihê metirsiyê.
Li gundê Nêrweh yê ser bi Qilabana Şirnexê ve lêhî rabû. Gelek gund di bin lêhiyê de man. Zirerên madî çêbûn û gelek sewal jî tilifîn.
Colemêrg

Li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê ve aşût rabû lê ti ziyanên canî û maddî çênebûne.









