Li Peyasê Agirê Newrozê bi Coş Hat Geşkirin

Nûçe

🔴AMED (Nûpel) – Li navçeya Peyasê ya Amedê, pîrozbahiya Newrozê bi pêxistina agir û gerandina govendê hat lidarxistin. Şêniyên navçeyê li Parka Ahmed Arîf li dora agirê azadiyê civiyan û Newroz pîroz kirin.

Li bajarê Amedê û navçeyên wê, amadekariyên Newroza 2026’an bi pîrozbahiyên li tax û parkan bi hemû coşa xwe didomin. Di vê çarçoveyê de, bi pêşengiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Peyasê, li Parka Ahmed Arîf bernameyeke pîrozbahiyê hat lidarxistin.

Govend û Dirûşm

Di pîrozbahiyê de ku rêveberên partiyê û bi sedan welatî beşdar bûn, agirê Newrozê hat pêxistin. Girseya ku li dora agir civîya, bi dengê def û zirneyê govend gerandin. Di dema pîrozbahiyê de bê navber dirûşmên wekî “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

Sirûda Şoreşê Hat Xwendin

Piştî gerandina govendê, girseyê bi yek dengî sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend û peyama xurtkirina têkoşînê da. Pîrozbahî heta derengiya şevê bi coşeke mezin dewam kir. Hat diyarkirin ku pîrozbahiyên bi vî rengî dê heta roja Newroza mezin li her derê Amedê berdewam bikin.

/Çavkanî: AW/

Van jî bibîne

 

Malbata Elaedîn Emîn Bang Li Rêveberiya Xweser Dike: “Em Dadperweriyê Dixwazin”
Li Stenbolê Coşa Newrozê: Li Taxa Gaziyê Agirê Newrozê Hat Pêxistin

Nûçeyên Sereke