Salîha Aydenîz li ser mirina Karaman sewqê disiplînê tê kirin

Nûçe

AMED (Nûpel) Tevgera Jinên Azad (TJA) yê ragihand: ‘’Mirina bi guman a Dîlan Karaman di encama istismar û îhmalkirina saziyan de rû daye.’’

TJAyê girêdayî bûyerê ragihand ku parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz sewqê disiplînê kirine û Mazlum Toprak ku tê îdiakirin tundî li Karaman kiriye dê bê cezakirin.

TJA, derbarê Dîlan Karaman de ku bi awayeke bi guman, li Amedê koça dawî kir, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêvajo li gorî kevneşopiyên têkoşînê tê meşandin.

‘Em rexnedayîna xwe didin’

TJAyê herwiha diyar kir ku parêzerên wan bûyerê lêpirsîn dikin û got: ‘’Di encama guhdarkirina şahidan de, agahiyên me girtine kêm in. Em rexnedayînê didin ku, ev jî encama wê ye ku em pê re ji nêz ve eleqeder nebûne. Em wê berpirsyariyê dihilgirin ku rêhevalên me yên jin piştevaniya pêwîst nedane wê. Em dê li hemberî berpirsên bûyerê têkoşînê bidin. Ji bo ceza bê dayîna tewanbar Mazlum Toprak çi ji destê me tê em dê bikin. Em dizanin ku pêwîste aliyên polîtîk û civakî yên bûyerê jî bêne destgirtin.’’

Dîlan Karaman kiye? 

Rojnamenus Dîlan Karaman yek ji nivîskara Jin Dergi bû. Di siyaseta Kurd de li qadê jî çalak bû.

Karaman demekî li Medyascope xebitî û pêşkêşkara bernameya ‘Hayvan Gazetesi’ bû.

Karaman heriwa demekî bû şêwirmenda Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz.

Rojnamenusa ciwan 11ê Mijdara 2025an xwest dawî li jiyana xwe bîne. Piştî hewla wê hat rakirina nexweşxaneyê û 27ê Mijdarê jiyana xwe ji dest da.

Van jî bibîne

 

Li Stenbolê Coşa Newrozê: Li Taxa Gaziyê Agirê Newrozê Hat Pêxistin
Pirtûk: Envantera Komkujiya Dersîmê…

Nûçeyên Sereke