Nûpel – Ji bo endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim ê ku jiyana xwe ji dest daye, dê li Kobanê merasîmek were lidarxistin. Ji DEM Partî, DBP, HDK û TJA’yê gelek nav dê beşdarî merasîmê bibin.
Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ê ku koça dawî kiriye, wê sibê li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmekê ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve were oxirkirin. Şandeyeke berfireh ku di nav de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir jî hene, dê beşdarî merasîma cenaze bibin.
Navên ku dê di şandeya sibê derbasî Kobanê bibe de cih bigirin wiha ne:
Meral Daniş Beştaş (Hevberdevka HDK’ê)
Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan (Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê)
Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir (Hevserokên Giştî yên DBP’ê)
Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç (Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk)
Ebru Gunay (Alîkara Hevserokên Giştî ya Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê)
Gulîstan Kiliç Koçyîgît (Wekîla Seroka Koma DEM Partiyê)
Leyla Zana
Çetîn Arkaş
Derya Arslan (Endama MYK ya DEM Partiyê)
Sebahat Tuncel (Aktîvîsta TJA’yê)
/Çavkanî: MA/










