🔴AMED (Nûpel) – PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û YEW Kurd, ji bo helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî yê ku koça dawî kiribû, li navenda Komeleya Wêjekarên Kurd ya li Amedê şînê (taziye) danî. Di şînê de mîrasa Huseynî ya wêjeyî hat bîranîn.
Taziye bi beşdariya endam û rêveberên her sê komeleyan, nivîskar û gelek hezkiriyên wêjeya Kurdî dest pê kir. Di merasîmê de peyamên sersaxiyê hatin dayîn û ji bo rûmetgirtina keda wî, çendîn helbestên Ehmed Huseynî ji aliyê wêjekaran ve hatin xwendin. Hat diyarkirin ku taziye dê du rojan berdewam bike.
Ji Bo Salih Muslim Peyama Sersaxiyê
Di heman merasîmê de, PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û YEW Kurdê ji bo wefata siyasetmedarê Kurd Salih Muslim peyamên hevpar ên sersaxiyê parve kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser têkoşîna her du qadan û wiha hat gotin:
“Mîrasa ku Ehmed Huseynî di qada wêjeyê de û Salih Muslim di qada siyasetê de hiştiye, dê her tim di dîroka gelê Kurd de zindî bimîne.”
Bîranîna Ehmed Huseynî: “Berhemên Wî Dê Ji Bo Nifşên Nû Bibin Rêber”
Li ser koça dawî ya helbestvan û nivîskarê kurd ê hêja Ehmed Huseynî, endam û rêveberên komeleyan daxuyaniyek hevpar dan û bal kişandin ser girîngiya mîrateya wî ya wêjeyî. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku windabûna Huseynî ji bo ziman û wêjeya Kurdî xesareke mezin e, lê berhemên wî yên bêhempa dê her dem ji bo nifşên nû bibe çavkaniya îlhamê.
Helbestên Huseynî Hatin Xwendin
Di bernameya bîranînê de, gelek nivîskar û helbestvan amade bûn û ji bo rêzgirtina li pênûsa wî, helbestên wî xwendin. Nivîskarên ku beşdar bûn:
• Feradê Dengizî
• Herdem Merwanî
• Mordem Zel
• Mîna Acer
• Azad Zal
• Rîzoyê Xerzî
Kursiya Azad û Lênûska Bîranînê
Yek ji beşên herî balkêş ên bîranînê, danîna “Kursiya Azad” bû. Di vê beşê de:
• Beşdarên ku dixwestin hest û ramanên xwe bînin ziman, li ser vê kursiyê axivîn.
• Her wiha lênûskeke taybet hat amadekirin da ku her kes bîranînên xwe tê de binivîse.
• Tê plankirin ku ev nivîs û hestên di lênûskê de hatine komkirin, di demên pêş de wekî pirtûkekê werin çapkirin û pêşkêşî xwendevanan werin kirin.










