🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Siyasetmendarê Kurd Salih Muslim ku 28 sal bûn di oxira Kurdistanê de ked da, di 75 saliya xwe de koça dawî kir.
Salih Muslim ku jêre dibêjin bavê Welat, bavê şehîdan, di 75 saliya xwe de li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê koça dawî kir. Salih Muslim, salên dirêj roleke mezin di têkoşîna azadiya gelê Kurd de lîst û di Rojhilata Navîn de bû siyasetmendareke bijarde û naskirî.
Kurtejiyana Salih Muslim
Siyasetmendarê Kurd 3yê Adara 1951an li Kobanê hat dinê.
1970yan li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê perwerdeya endezyariyê wergirt.
Ji têkoşîna Mustafa Barzanî ya li dijî hikûmeta İraqê dimeşîne bandor dibe û zêdetir nêzî tevgera siyasî ya Kurdan dibe.
2003yan ji partiyê derdikeve û tevlî PYDê dibe.
Bû endamê desteya rêvebir ya PYDê û sala 2010an li gel Asya Abdullah bûn hevserokê PYDê.
Salih Muslim û hevjîna xwe demekî ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatin girtin û di heman salê de reviyan û li kampa Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê bicih bûn.
Piştî şerê navxweyî yê li Sûryê dest pê kir 2011yan vegeriya Qamişlo. Di bin serokatiya Muslim de PYD bû partiya siyasî ya pêşeng.
Tirkiyê di navbera salên 2013 – 2014yan de, di dema pêvajoya çarese de Muslim daxwazê Tirkiyê kirin.
2018yan de Tirkiyê ragihand ku ew di lîsteya wan a ‘Terorê’ de ye.
Li ser daxwaza Tirkiyê, Çekyayê 25ê Sibata 2018an Muslim desteserkirin. Piştî 2 rojan hate berdan.
Salih Muslim weke Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk a PYDê dixebitî.
Salih Muslim demek bû li nexweşxaneya Hewlêrê dihat dermankirin û duh 11yê Adarê koça dawî kir.
Li gorî agahiyên kurê wî Amed Muslim dane dê îro saet 08:00an termê wî ji bajarê Hewlêrê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bibin.
Salih Muslim dê li Kobanê bê binaxkirin.










