🔴Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZ-DER), ji bo wefata helbestvanê navdar Ehmed Huseynî û siyasetmedarê Kurd Salih Mislim peyameke sersaxiyê weşand. Di peyamê de hat destnîşankirin ku her du kesayet ji bo gelê Kurd windahiyên neteweyî yên mezin in.
AMED (Nûpel) – Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZ-DER), bi daxuyaniyeke nivîskî xemgîniya xwe ya ji bo koçkirina “Şêxê Helbestê” Ehmed Huseynî û kedkarê Şoreşa Rojava Salih Mislim (Bavê Welat) anî ziman. SOZ-DER’ê diyar kir ku ev koçkirin di meha Adarê de, ku ji bo Kurdan hem meha berxwedanê û hem jî ya xemgîniyê ye, bûye birîneke kûr.
‘Xem li ser xemê zêde bû’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wefata her du kesayetên girîng û hat gotin:
“Hê jî kula Şêxê Helbestê Ehmed Huseynî li ser dilê me sivik nebûbû, bi bihîstina koçkirina Bavê Welat Salih Mislim xemeke din li ser xema berê zêde bû. Şîna me di vê Adarê de giran e. Em dizanin ku cihê we zû bi zû nayê dagirtin.”
‘Em ê şîna xwe bikin şahî’
SOZ-DER’ê di peyama xwe de bi bîr xist ku gelê Kurd di dîrokê de êşên mezin mîna Helepçeyê jiyane, lê her gav ew êş veguherandine berxwedanê:
“Lê bila ahd û sond be; piştî Helepçeya mezin, me çawa agirê Newrozê pêxist û şîna xwe kir şahî, em ê piştî we jî bi coşeke mezin ku tê de tijî bîranînên we be, agirê Newrozê dadin.”
Banga sersaxiyê
Komeleyê di dawiya daxuyaniya xwe de ev windahî wek “windahiyên neteweyî” pênase kir û wiha dawî li peyama xwe anî:
“Em wek SOZ-DER, van windahiyên neteweyî yên mezin wek windahiya xwe dibînin. Em ji dil ji malbatên hêja, ji dost û hevalan û ji hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Bila cihê wan bihuşt be û serê gelê me sax be.”
Daxwiyanî Wisa ye
SOZ-DER: Em dizanin cihê we nayê dagirtin
Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZ-DER) ji bo wefata helbestvanê mezin Ehmed Hûseynî û siyasetmedarê têkoşer Salih Mislim peyamek parve kir û diyar kir ku ev koç ji bo gelê Kurd windahiyeke pir mezin e. Peyama wan wiha ye:
“Di meha Adarê ya tijî xemgînî, berxwedan û şahiyê de, me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku kedkarê şoreşa Rojava, Bavê Welat Salih Mislim, piştî nexweşiyeke dirêj li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça xwe ya dawî kir.
Hê jî kula Şêxê Helbestê Ehmed Hûseynî li ser dilê me sivik nebûbû, bi bihîstina koçkirina bavê Welat xemeke din li ser xema berê zêde bû.
Şîna me di vê Adarê de giran e. Hêstirên helbestî yên ji bo Şêxê Helbestê Ehmed Hûseynî hîn jî dibarin û dibin çem; niha jî ji bo têkoşerê Rojava, Bavê Welat Salih Mislim diherikin. Em dizanin ku cihê we zû bi zû nayê dagirtin.
Lê bila ahd û sond be; piştî Helepçeya mezin, me çawa agirê Newrozê pêxist û şîna xwe kir şahî, em ê piştî we jî bi coşeke mezin ku tê de tijî bîranînên we be, agirê Newrozê dadin.
Ji ber vê yekê em careke din dibêjin; koçkirina we ya ebedî ku we ji bo axa welat feda kiriye, ji bo me windahiyeke pir giran e. Em Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZ-DER), van windahiyên neteweyî yên mezin wek windahiya xwe dibînin.
Em ji dil ji malbatên hêja, ji dost û hevalan û ji hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.
Bila cihê wan bihuşt be û serê gelê me sax be.”










