🔴AMED (Nûpel) – Li navçeya Sûra Amedê, li Birca Ben û Senê bi pêşengiya jinan û bi beşdariya bi sedan welatiyan agirê Newrozê bi coşeke mezin hat vêxistin.

Weke her sal, îsal jî li ser Sûrên Amedê jinan pêşengî ji pîrozbahiyên Newrozê re kir. Li taxa Ben û Senê, bi beşdariya nûnerên saziyên civakî, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatiyan, bi meşale û erbaneyan Newroz hat pêşwazîkirin.
Bi Cil û Bergên Neteweyî Govend Hatin Gêrandin
Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî û şalên rengîn beşdarî pîrozbahiyê bûn, li ser Birca Ben û Senê agirê Newrozê geş kirin. Di bin siya sûrên dîrokî de, li gel dengê erbaneyan govend hatin gêrandin û peyamên piştevaniyê hatin dayîn.

Tilîlî û Stranan Deng Veda
Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku Newroz sembola berxwedan û vejînê ye. Di atmosfera dîrokî ya Sûran de, dengê tilîliyên jinan û stranên Newrozê coşeke bêhempa da şevê. Pîrozbahî heta derengiya şevê bi gerandina govendan berdewam kir.










