Li Bazîd û Depê Agirê Newrozê Hat Geşkirin

Nûçe

🔴Li navçeyên Bazîda Agiriyê û Depa Xarpêtê, di pîrozbahiyên Newrozê de bal hat kişandin ser Abdullah Ocalan. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir û Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, bal kişandin ser pêvajoya aştiyê û daxwaza statuyê ya Kurdan.

Li Bazîd û Depê bi dirûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê” pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Di çalakiyên ku bi hezaran kes beşdar bûn de, di axaftinan de daxwaza yekîtî û statuyê ya Kurdan û girîngiya Abdullah Ocalan derketin pêş.

Li Bazîdê Agirê Newrozê Hat Dadan

Li navçeya Bazîdê, li qada parka şaredariyê pîrozbahiyek hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir, parlamenter û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî hatibûn qadê, bi gerandina govendê dest bi pîrozbahiyê kirin. Keskin Bayindir piştî rêzgirtinê axivî û diyar kir ku Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya yekîtî û hêviyê.

Bayindir destnîşan kir ku agirê Newrozê li diyara Ehmedê Xanî hat daxistin û weha got:

“Agirê Newrozê ev hezar sal in sembola hêvî û yekîtiya gelê Kurd e. Li her çar parçeyan Kurd li ser piyan in û ji bo statuya xwe têdikoşin.”

Bayindir her wiha anî ziman ku: “Nêzîkatiya li hemberî Birêz Ocalan, nêzîkatiya li hemberî ziman û hebûna Kurdan e. Ji ber vê yekê, azadiya Birêz Ocalan, azadiya gelê Kurd e.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat dadan û pîrozbahî bi govendê berdewam kir.

Pîrozbahiyên li Depê

Li navçeya Depê ya Elezîzê jî pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Gelek kes li Meydana Îstasyonê kom bûn. Jin û ciwan bi cil û bergên herêmî di qadê de cihê xwe girtin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Ruhayê Omer Ocalan di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku Newroz sembola berxwedan û têkoşîna azadiyê ye û weha got: “Em ê her sal Newrozê pîroz bikin û paşeroja xwe ava bikin. Newroz li dijî zilamê berxwedan e.”

‘Divê em destê Ocalan xurt bikin’

Omer Ocalan behsa pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk kir û diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe.

Ocalan got:

“Ji ber vê yekê divê em li ser masê destê Rêbertiyê xurt bikin. Gelê Kurd ji bo hebûna xwe berdêlên giran da, lê dîsa jî destê aştiyê dirêj kir. Divê em li vê welatî ji bo aştî û çareseriyê tê bikoşin.”

Ocalan her wiha bal kişand ser geşedanên li Îranê û destnîşan kir ku divê Kurd di nav yekîtiyê de bin. Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin û pîrozbahî bi muzîk û govendê berdewan kirin.

/Çavkanî: MA/

 

 

 

Van jî bibîne

 

Amedspor li Stenbolê bi Ser Ket: 4-0
Li Silêmaniyê Festîvala Kurtefîlman a Kurdî tê lidarxistin

Nûçeyên Sereke