Li Amedê di Veguhastina Giştî de Serdemek Nû: %40 Zam Hat Kirin!

Nûçe

🔴 NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî protokola ku duh di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û kooperatîfên otobusan de hatibû îmzekirin, îro bihayê bîletên veguhastina giştî bi rêjeya %40 hatin zêdekirin.

Li Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di veguhastina bajêr de pêngaveke nû hat avêtin, lê ev pêngav bi zamê dest pê kir. Di bihayên otobusên şaredariyê, otobusên gel ên taybet û mînîbusan de guhertinên berbiçav çêbûn.

Tarîfeya Nû ya Bihayan

Li gorî biryara nû, bihayên veguhastinê bi vî awayî hatin nûkirin:

• Otobusên Şaredariyê û Yên Gel:

o Bîleta tam: Ji 20 TL’yî derket 28 TL’yî.

o Bîleta xwendekaran: Ji 10 TL’yî derket 14 TL’yî.

• Mînîbus (Dolmiş):

o Bîleta tam: Ji 25 TL’yî derket 35 TL’yî.

o Bîleta xwendekaran: Ji 15 TL’yî derket 21 TL’yî.

Di Protokolê de Guhertinên Girîng He ne

Ev zema fahiş rojek piştî protokola nû ya Şaredariya Bajarê Mezin hat ragihandin. Di nav xalên protokolê de ji bo modernîzekirina veguhastinê biryarên girîng hene:

• Nakit nayê qebûlkirin: Ji 1’ê Hezîrana 2026’an pê ve di veguhastinê de dayîna dravê neqdî bi temamî tê rakirin.

• Kotaya Jinan: Ji bo şofêran bi rêjeya %20 kotaya jinan hat diyarkirin.

• Piştgiriya Kartan: Şaredarî dê cudahiya bihayê kartên bêheq û yên bi daxistin bixwe bide karsazan.

• Xizmetên Nû: Cihên nû yên barkirina kartan dê werin avakirin û bîletên “du siwarbûnî” yên yekcarî bikevin meriyetê.

 

 

Van jî bibîne

 

Sîpan Hemo Bû Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê
Mordem Zel: Oxir be Şevçiraya Helbesta Kurdî

Nûçeyên Sereke