Parçeyeke fuzeya NATOyê li Amedê ket

Nûçe

🔴 NAVENDA NÛÇEYAN Piştî ku fuzeya balîstîk a bi eslê xwe Îranî ya ketibû qada hewayî ya Tirkiyeyê, ji aliyê pergala parastinê ya NATOyê ve hat lêdan, parçeyên wê li nuqteyên cuda ketin xwarê. Parçeyek ku tê texmînkirin a qonaxa duyemîn a fuzeyê ye, li Amedê hat tespîtkirin.

Tê nirxandin ku piştî fuzeyeke balîstîk a ketibû qada hewayî ya Tirkiyeyê ji aliyê pergala parastina hewayî û fuzeyan a NATOyê ve hat lêdan, parçeyên wê li cîhên cuda ketine. Berê hatibû diyarkirin ku qonaxa yekemîn a fuzeyê li nêzî Dîlokê ketiye; hat hînbûn ku parçeyên qonaxa duyemîn jî li Amedê ketine.

Li gundê Heygecûxê (Buçuktepe) ya ser bi navçeya Rezikê (Bağlar) ya Amedê, li ser dîtina parçeyê fuzeyê, cendirme, tîmên tenduristiyê, AFAD û tîmên pispor sewqî herêmê hatin kirin. Tîman li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê girtin û derbarê parçeyê hatî dîtin de lêkolîn hat destpêkirin.

Van jî bibîne

 

Li Qamişloyê Mirina Biguman a Ciwanekî: Malbat îdîaya Îşkenceyê Dike
10 roj in Rojhilata Navîn dikele

Nûçeyên Sereke