🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Bi armanca vegera li ser axa xwe, koma yekem a ji xelkê Efrînê ku ji 400 malbatî pêk tê, ber bi Efrînê ve bi rê ket. Di nav vê koma destpêkê de, fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyabend Efrîn û Nesrîn Abdullah jî cihê xwe digirin.
Fermandar û Gel Mil bi Mil in
Vegerîna malbatên Efrînî piştî demeke dirêj a koçberiyê pêk tê. Tevlîbûna fermandaran a di nav vê komê de, wekî peyameke ewlehî û piştgiriyê tê nirxandin. Tê payîn ku ev pêngav di rojên pêş de bi komên nû berdewam bike.
Daxuyaniya Ilham Ehmed: “Em ê Bişopînin”
Siyasetmedar Ilham Ehmed der barê vê vegera girîng de daxuyaniyek da û hestên xwe wiha anî ziman:
“Min jî pir dixwest ez di nav koma yekem a vegerê de bûma. Em ê ji nêz ve pêvajoya vegera ewle ya gelê xwe û bi cih kirina wan a di malên wan de bişopînin.”
/Çawkani: Ronahi/










