37 Sal Di Ser Koça Dawî ya Mihemed Şêxo re Derbas Bûn

Çand û Huner

🔴Hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Şêxo, beriya 37 salan îro ji nav me bar kir. Mihemed Şêxo yê ku stranên evîn û azadiyê digot û di jiyana xwe ya hunerî de berhemên gelek hêja afirandin, di cîhana muzîka Kurdî de şopeke jênenabûr hişt.

Mihemed Salih Şêxmûs ku bi navê hunerî Mihemed Şêxo tê naskirin, di sala 1948’an de li gundê Girbanîna yê ser bi bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ve ji dayik bû. Dema malbata wî barî gundê Hecokê kir, Şêxo yê ku ji 11 xwişk û birayan ê herî mezin bû, li wir dest bi dibistanê kir. Hunermend di temenê piçûkatiyê de dest bi hezkirina muzîkê kir.

Di sala 1965’an de, dema ku di dibistana navîn de dixwend, Mihemed Şêxo hunermendê navdar Aram Tîgran nas kir û di sala 1969’an de dest bi jiyana xwe ya muzîkê ya profesyonel kir.

Ji ber zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî yên li Sûriyeyê, Şêxo di heman salê de çû Libnanê û li wir bi komek hunermendên Kurd re koma bi navê “Koma Serkeftin” ava kir. Mihemed Şêxo 2 salan li Yekîtiya Navenda Muzîkê ya Beyrûtê perwerdehiya muzîkê dît û mafê wergirtina dîplomaya hunermendiyê bi dest xist.

Wî Pêşmergetî Kir

Di sala 1973’an de li ser daxwaza Radyoya Bexdayê çû Bexdayê û di Beşa Kurdî de dest bi xebatê kir; ev yek di jiyana wî de bû destpêka qonaxeke girîng.

Şêxo di vê demê de hat Başûrê Kurdistanê û bû pêşmerge. Piştî Peymana Cezayîrê ya sala 1975’an, tevî pêşmergeyan derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Li wir ligel xebatên hunerî, mamostetiya muzîkê jî kir.

Di sala 1979’an de li Şamê albûma xwe ya bi navê “Ay Gewrê” derxist, lê vê carê jî rastî zextên rejîma Sûriyeyê hat û hat girtin û avêtin zîndanê. Hunermendê Kurd stranên xwe yên herî bijare di dema ku di zindanên Sûriyeyê de bû nivîsandin. Mihemed Şêxo di sala 1983an de hat berdan û dema vegeriya Qamişloyê, li ser milan hat pêşwazîkirin.

Di Cenazeyê Wî De 70 Hezar Kes Hebûn

Mihemed Şêxo ku 14 albûm di jiyana xwe ya muzîkê de bi cih kirin, di 9’ê Adara 1989’an de ji ber nexweşiyê çavên xwe li jiyanê girtin. Tevî hemû zextan, beşdarbûna 70 hezar kesî di merasîma veşartina cenazeyê Mihemed Şêxo de nîşan dida ku ew çiqas dihat hezkirin.

Şêxo bi kilamên xwe yên wekî Ay Lê Gulê, Nesrîn, Eman Dilo, Şêrînê Nû Gihayê, Heps û Zindan, Min Bihîstî di dilê gelê xwe de zindî dimîne…

/Çavkanî: Rûdaw/

 

Van jî bibîne

 

Li Her Derê Dengê Jinan: “Jin, Jiyan, Azadî” li Hemû Navendan Deng Veda
Li Dersîmê bi Coşeke Mezin 8’ê Adarê: “Nan jî yê me ye, Gul jî ya me ye”

Nûçeyên Sereke