Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Kuveytê re civîya

Nûçe

🔴 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Kuveytê Şêx Ehmed Ebdullah el-Sebah bi rêya telefonê axivîn.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê; her du aliyan li ser rewşa giştî ya herêmê, bi taybetî pêwendiyên navbera Dewleta Kuveyt, Iraq û Herêma Kurdistanê û geşedanên dawî yên şer û alozî yên li herêmê danûstandina bîr û ramanan kirin.

​Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku aliyan nîgeraniya xwe ya kûr li hember zêdebûna êrîş, şer û aloziyan nîşan dane.

​Ji bilî vê yekê; her du aliyan tekezî li ser giringiya aramkirina rewşê û bihêzkirina hevahengî û hevkariya dualî ji bo parastina aştî, aramî û îstîqrara herêmê kirin.

/Çavkanî: Rûdaw/

Galatasaray di Derbiya Stenbolê de bi Ser Ket
Diyariya 8’ê Adarê: Amedspor 1-0 Serik Belediyespor

Nûçeyên Sereke