🔴Li Mamakê, jinên Tuzluçayirê di çarçoveya 8’ê Adarê de meşek li dar xistin. Jinan bang li têkoşîna li dijî xizanî, şer û cînayetên jinan kirin û daxwazên xwe yên ji bo wekhevî û jiyana ewle anîn ziman.
Komeleya Piştevaniya Jinan a Tuzluçayirê û jinên taxê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Mamakê meşiyan. Jin ewil li Parka Hacî Bektaşî Velî bi govend û dirûşman hatin bal hev, piştî daxuyaniya çapemeniyê dest bi meşê kirin. Di meşê de li dijî şer, xizanî, neyekhevî û şîdeta li ser jinê dirûşm hatin berzkirin.
Jinan di dema meşê de jinên ku bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn û pirsîn: “Çi hatê serê Bahar Taş? Çi hatê serê Fatma Nur?” Her wiha dirûşmên wekî “Ji bo karê wekhev, mûçeyê wekhev”, “Budçe ne ji bo şer, ji bo jinan” û “Meparêze, meşo, kujeran darizîne” hatin qîrîn.
“Dixwazin xizaniya me bi sebrê bidin jibîrkirin”
Daxuyaniya çapemeniyê ya li parkê ji aliyê Eylem, endama Komeleya Piştevaniya Jinan a Tuzluçayirê ve hat xwendin. Eylemê got, “Gava em ber bi 8’ê Adarê ve diçin, em dîsa mil bi mil û li gel hev in” û wiha dewam kir:
“8’ê Adarê ne tenê pelekî salnameyê ye. Ew mîrateyeke berxwedanê ye ku jinên karker beriya bi dehan salan di grevê de bi şewatê canê xwe dan û ji bo me hiştin. Polîtîkayên aborî yên şaş herî zêde canê me dişewitînin. Em jin di bin barê karên giran, bêewle û bi mûçeyê kêm de diperçiqin. Mûçeyê kêmtirîn ê ku di bin sînorê birçîbûnê de ye, ne tenê serê mehê, heta dawiya hefteyê jî têra me nake. Gava çenteyên xwarinê yên zarokên me vala dimînin, mafê xwarineke saxlem a danekê ji me re zêde dibînin. Dixwazin xizaniya me bi sebrê û birçîbûna me bi sozên vala derbas bikin.”
“Li Mamakê hê jî stargehek tune ye”
Eylemê destnîşan kir ku jin ne tenê bi pirsgirêkên aborî, lê bi gefa şîdetê re jî rû bi rû ne: “Di vê pergala ku di rojekê de 6 jin têne kuştin de, kujer li derve azad digerin. Dixwazin jinan di malan de heps bikin. Li navçeyeke mezin a mîna Mamakê tunebûna stargehekê, nîşaneya wê ye ku ewlehiya me jinan nayê hesabkirin. Em ne mafên li ser kaxezê, em ewlehiya canê xwe dixwazin.”
“Jinên têkoşer ên li dijî emperyalîzmê li ber xwe didin, xwişkên me ne”
Eylemê diyar kir ku têkoşîna jinan ne tenê bi Tirkiyeyê sînordar e û wiha axivî: “Qîrîna jinên li Gazzeyê ku di bin siya şer de zarokên xwe dispêrin axê û ji hewcedariyên herî bingehîn bêpar mane lê rûmeta xwe nade dest, qîrîna me ye jî. Jinên têkoşer ên li Îranê ku li dijî paşverûtiyê serî natewînin û di zindanan de têne girtin an têne kuştin, xwişkên me ne.”
“Em jin bi hev re bi hêz in”
Eylemê axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em ê teslîmî wê tariya emperyalîstên qirêj nebin ku zarokan direvînin û îstismar dikin, jinan difiroşin û bi êşkenceyê dikujin. Em natirsin, em bêdeng namînin, em îtaat nakin. Em jin bi hev re bi hêz in. Em dest ji mafên xwe bernadin, em jiyana xwe diparêzin!”
“Têkoşîna me çavkaniya nefesa me ye”
Piştî meşê, jin derbasî Salona Dawetê ya Alyansê bûn ku bernameya 8’ê Adarê lê berdewam kir. Di çalakiyê de koya jinan stran gotin û govend hatin girtin.
Aysun Aydovan a ji Komeleya Piştevaniya Jinan a Tuzluçayirê di çalakiyê de axivî û got: “Ev pergala neyekhev a li ser kedxwariyê hatiye avakirin, li çar aliyê cîhanê hewl dide jinan bênefes bihêle. Li dijî vê pergalê, bilindkirina piştevaniya jinan û xwedîderketina li têkoşînê, yekane çavkaniya nefesa me ye.”
Aydovanê diyar kir ku polîtîkayên aborî jinan hîn bêtir xizan dike û wiha got: “Gava bêkarî mezin dibe, jinên dixebitin jî ji ber ku mûçe têra wan nake, berê xwe didin karên din. Piraniya jinên li Mamakê bi mûçeyê kêmtirîn an jî di binê wî de dixebitin. Li aliyekî zêdebûna saetên kar, li aliyê din jî deynên ku kom bûne û telefonên bankayan hene ku me rehet nahêlin. Xizanî li taxên me mezin dibe.”
“Êdî bes e”
Di dawiya axaftina xwe de Aydovanê bang li jinan kir ku tevlî têkoşînê bibin: “Êdî bes e! Li dijî şer, xizanî û kedxwariyê, hêza me di yekitiya me de ye. Ezmûna 10 salan a Komeleya me nîşan dide ku jin gava werin cem hev bi hêz in. Bijî piştevaniya jinan! Em dest ji mafên xwe bernadin, em jiyana xwe diparêzin!”
/Çavkanî: Evrensel/










