Li Bakurê Kurdistanê eleqeya bo cilên Kurdî zêde dibe

AMED – Li Bakurê Kurdistanê eleqeya bo cilên Kurdî her roj zêdetir dibe. Hejmara firoştgehan jî bi awayekî berbiçav zêde bûye. Firoştgehên yekem ên vî karî dikirin dibêjin di demê wan de kes nediwêriya cilên Kurdî li xwe bikin lê niha cilên Kurdî bûye moda û niha li her kolanî firoştgeheke cilên Kurdî heye.

Di salên 1996an de tenê 2 firoştgehên Cilên Kurdî, li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hebûn.

Niha kolanên navçeya Rezan û Surê gelekî xeyat û firoştgeh hene. Zelal Ekdî ku yekem car dêw bavên wî li Bakurê Kurdisanê, li parêzgeha Amedê firoştgeha Cilên Kurdî vekiriye dibêje di dema wan de ti kes vî karî nedikir lê niha li her kolanî xeyat û firoştgehên cilên Kurdî hene.

Ekdî dibêje cilên Kurdî bûye moda û êdî ciwan çanda xwe diparêzin.

Newroza Amedê ya 1999an: Pêşangeha cilên Kurdî

Zelal Ekdî got wan di Newroza 1999an de li Amedê pêşangeha cilên xwe vekirine lê piştî Newrozê polîsan dest danî ser cilên wan. Ekdî wiha berdewam kir: ‘’Piştî wê bi dirêjiya 2 salan maşîneya polîsan li ber deriyê firoştgeha me radiwestiya. Kesên dihatin û diçûn nasname jê dixwastin. Bi hincetên cuda bi ser firoştgehê de girtin û hemû feyansên erdê şikandin.’’

Ekdî dibêje dêw bavên wî bi cilên gelêrî ve beşdarî Newroza 2001an bûn û herdûjî hatin desteserkirin. Ekdî got: ‘’Me ji bo parastin û pêşvebirina cilên Kurdî gelek ked da. Dêya min gelek jinên xwedî pêdivî perwerdekir û niha ew jî dikan vekirine. Niha li Amedê gelek xeyat û firoştgehên cilên Kurdî difiroşin hene. Ev ji bo me cihê şanazî û serbilindiyê ye. Armanca me jî ev bû. Ya girîng ew e ku çanda me bê parastin.’’ ‘Eeleqeyeke mezin bo Cilên Kurdî hene’ Xeyata cilên Kurdî Ayhan Kaş ku duyem xeyate li Amedê firoştgeha xwe vekiriye bibîrdixe ku ew û xeyatgeha Roman tenê li Amedê hebûn. Kaş got qedexe hebûn û tikes gelek eleqe nîşa cilên Kurdî nedida lê niha cilên Kurdî zêdetir li xwe dikin û zêdetir jî firoştgeh vebûne.

Ayhan Kaç wiha berdewam kir: ‘’Dema ciwan cilên Kurdî dihilbijêrin ez gelek kêfxweş dibin, bi taybetî ji bo zêddetir li xwe bikin ez li gorî derfetên wan cil kîra dikim. Gelek caran ciwan ji bo Newrozê hatine vir û min ne bi titiştî cil dane wan. Ev eleqeya ku zêde bûye me dilxweş dike.’’

Van jî bibîne

 

Li navenda bajarê Hewlêrê êrişa firokeyên bêmirov (İHA) pêk hat.
Veysi Varlı: Têkiliya Muzîk û Civakê: Wekî Diyardeyeke Çandî û Avahiyeke Ramanî

Nûçeyên Sereke