Nîqaşa Messi yan Maradona Careke Din Germ Bû!

Spor

Trump Li Koşka Spî Pejna Şer Jenda: Messi û Hevalên Wî Çepik Lê Dan!

🔴Serokê DYA’yê Donald Trump, tîma Inter Miami ya ku di lîga MLS’ê de bû şampiyon, li Koşka Spî kir mêvan. Di dema qebûlkirinê de axaftina Trump a li ser îhtîmala şerê bi Îranê re û berteka futbolgerên navdar, cîhan hejand.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, stêrkên cîhanî yên tîma Inter Miami di serî de Lionel Messi û Luis Suarez, li Koşka Spî ezimandin. Lê belê, tiştê ku nîşana xwe li seredanê da, ne tenê serkeftina wezreşî, lê daxuyaniyên siyasî û leşkerî yên Trump bûn.

Peyamên Tund Ji Bo Îranê

Trump di dema axaftina xwe ya li ber tîmê de, bal kişand ser rageşiya li Rojhilata Navîn û derbarê Îranê de peyamên pir tund dan. Trump destnîşan kir ku ew ê li dijî gefên Îranê bêdeng nemînin û polîtîkayeke “tund” bimeşînin.

Messi û Suarez Di Navenda Nîqaşan De Ne

Di dema ku Trump behsa şer û operasyonên leşkerî dikir, Lionel Messi, Luis Suarez û futbolgerên din ên Inter Miami çepik dan Trump. Ev dîmen di demeke kurt de li seranserê cîhanê belav bû û bû sedema bertekan.

Gelek bikarhênerên medyaya civakî ev helwesta futbolgeran rexne kirin û nîqaşa “Messi yan Maradona?” careke din germ bû. Hat gotin ku Maradona her tim li dijî polîtîkayên Amerîkayê yên emperyalîst derdiket, lê Messi bi çepikkirina axaftineke şer, aliyê xwe diyar kiriye.

 

 

Van jî bibîne

 

Merz: Divê şerê Îranê dirêj nebe, pergala dewletê neherife
Elîşêr Efendî: Dengê Çiyayan û Pêşengê Vejîna Neteweyî ya Kurd

Nûçeyên Sereke