Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê deklarasyona xwe eşkere kir. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û di qanûnan de bibe xwedî statu.
WAN – Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), li avahiya xwe ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, bi tevlêbûna nûnerên partiyên siyasî, hevşaredar û saziyên sivîl deklarasyona 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji raya giştî re ragihand. Di çalakiyê de pankarta “Statuya Kurdî, perwerdeya bi Kurdî” hat hildan.
Deklarasyon ji aliyê Hevseroka KURDÎGEHê Arîfe Aslan ve hat xwendin. Aslan bal kişand ser dîroka 21’ê Sibatê û têkoşîna xwendekarên Bangladeşî (Dakka) û diyar kir ku ev roj di şikandina pergala yekzimanî de bûye hîmekî bingehîn.
Aslan destnîşan kir ku gelê kurd zêdetirî sed salan e li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê li ber xwe dide û wiha got:
“Di sedsala 21’emîn de, gelê kurd hîn jî ji bo mafên xwe yên kollektîf berdêlên mezin dide. Em bang li hemû gelan dikin ku têkoşîna ji bo statu û mafên zimanî xurttir bikin.”
KURDÎGEHê di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê de rêzeçalakiyên ku dê li dar bixe wiha rêz kirin:
• Çalakiyên Hunerî: Panel, meş, lîstikên şanoyê yên ji bo jin û zarokan, nîşandana fîlm û belgefîlman.
• Wêje û Çand: Şevbuhêrkên dengbêjan û bernameyên îmzekirina pirtûkan.
• Zaravayê Kirmanckî: Xebatên taybet ji bo pêşîlêgirtina wendabûna zaravayê Kirmanckî û şandina nameyan ji bo UNESCO û Wezareta Perwerdehiyê.
• Hişmendiya Malbatê: Semînerên li ser girîngiya zimanê dayikê yên ji bo malbatan.
• Vekirina Parkan: Vekirina “Parka Gulistana Zimanan” û sazkirina konserên pirzimanî.
Arîfe Aslan di dawiya daxuyaniyê de daxwazên bingehîn ên gelê kurd dubare kirin û destnîşan kir ku heta kurdî di destûra bingehîn de neyê qebûlkirin, ew ê dest ji têkoşînê bernedin. Aslan daxwazên xwe wiha anî ziman:
1. Zimanê kurdî di qanûnan de bê mîsogerkirin.
2. Kurdî bibe zimanê fermî.
3. Ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî bê destpêkirin.
Daxuyanî bi pîrozkirina Roja Zimanê Dayikê û bi çepikan bi dawî bû.
/Nûçe: Mordem Zel/









