Bi deh hezaran welatiyên li bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê, bi boneya salvegera 27’mîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daketin qadan. Di çalakiyan de peyama “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu” derket pêş.
Li seranserî Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, gel bi hêrsek mezin salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Abdullah Ocalan şermezar kir. Ji Qamişlo heta Hesekê, ji Dêrikê heta Kobanê, bi sed hezaran kes bi yek dengî banga azadiya fîzîkî ya Ocalan û parastina destkeftiyên şoreşê kirin.
Li bajarê Qamişlo, bi deh hezaran welatî ji her temenî li Çerxerêya Osman Sebrî civiyan. Meşvanan wêneyên Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Êrişa 6’ê Çileyê ya li ser Rojava, Plangeriya Duyemîn a 15’ê Sibatê ye” hildan.
Girseya ku bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Îmralî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” heta Çerxerêya Şehîdan meşiya, li vir çalakî veguherand mitîngê. Piştî deqîqeya rêzgirtinê, li ser navê Înîsyatîfa Gel, Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed axivî.
Remziya Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser berdewamiya komployê û wiha got:
“27 sal derbas bûn, lê hê jî hêzên komploger dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin. Armanca wan qutkirina têkiliya gel û Rêber Apo bû, lê berovajî vê, îro girêdana gel bi ramanên wî re hîn xurttir bûye. Em ê vê pêvajoyê bikin dîroka azadiya Rêber Apo.”
Mihemed her wiha destnîşan kir ku êrişên li ser Rojava berdewamiya komploya navneteweyî ne û got ku çawa ciwanên Kurd li dijî DAIŞ’ê serkeftin bi dest xistin, dê îro jî bi fikrê Ocalan xeta azadiyê biparêzin.
Çalakî li gelek navendên wekî; Amûdê, Çilaxa, Dêrika Hemko, Dirbêsiyê, Girkê Legê, Hesekê, Til Temir û Qamişlo bi heman daxwazan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku çareseriya krîza li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi azadiya Ocalan û naskirina statuya Rojava pêkan e.
Çalakî bi xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” û bi dirûşmên dilsoziyê bi dawî bûn.










