Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, di hevpeyvîneke taybet de ligel televîzyona Suriye TV’yê, derbarê pêvajoya diyalogê ya bi hikûmeta Şamê re û paşeroja Sûriyeyê de nirxandinên girîng kirin.
Ehmed di bersiva pirsa li ser nasnameya wan a di danûstandinan de destnîşan kir ku ew wek hêzeke Sûrî beşdarî pêvajoyê dibin û wiha got:
”Em ne avahiyeke ji derve hatî ne. Em mirovên vê axê ne û wek Sûrî beşdarî vê pêvajoyê dibin. Armanca me parastina yekparçeyiya Sûriyeyê ye û avakirina pergaleke demokratîk e ku tê de mafên hemû pêkhateyan di bin garantiya destûrê de bin.”
Derbarê qonaxa ku danûstandinên bi hikûmeta Sûriyeyê re gihîştiyê, Ehmed diyar kir ku pêvajoya entegrasyonê di rêyeke erênî de dimeşe. Ehmed destnîşan kir ku ew baweriyê bi hêza diyalogê tînin û hewl didin pirsgirêkên li ser erdê bi rêya lihevkirinekê çareser bikin.
Îlham Ehmed bal kişand ser Biryarnameya Jimar 13 (ya têkildarî perwerdehiya Kurdî û mafên çandî) û ev biryar we “gaveke erênî” bi nav kir. Lê belê Ehmed destnîşan kir ku ev yek têra wan nake û wiha dewam kir:
“Daxwaza me ew e ku perwerdehiya bi zimanê dayikê û mafên çandî ne tenê bi biryarnameyan, lê wek perçeyekî ji destûra nû ya welat werin qebûlkirin.”
Ehmed da zanîn ku pergala perwerdehiya bi Kurdî jixwe li herêmê tê meşandin û niha hewldanên wan ji bo fermîkirina vê pergalê di asta giştî ya Sûriyeyê de berdewam dikin.
Ehmed di dawiyê de anî ziman ku ji bo çareseriyeke mayînde îradeyek heye, lê ya girîng ew e ku ev gav veguherin pergaleke qanûnî û destûrî.










