Li Cemxaneya Jarû Duzgûno (Düzgün Baba), bi helkefta Meha Xizir (Rojiya Xizir) bi beşdariya gelek welatiyan û nûnerên saziyan “Cema Xizir” hat lidarxistin. Di bernameyê de li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê peyamên girîng ên yekitiyê hatin dayîn.
Tevî Baranê Beşdariyeke Zêde Hebû
Tevî şert û mercên nebaş ên hewayê û barîna baranê, bi sedan welatî berê xwe dan warê pîroz ê Duzgûno. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgün Uçar û gelek nûnerên saziyên sivîl jî di nav de, girseyek mezin di erkana cemê de amade bûn. Berî destpêkirina cemê, li gorî rîtuelên baweriyê çerax hatin pêxistin.
‘Duzgûno Xeta Sor a Gel e’
Cîgirê Serokê Cemxaneya Duzgûno Musa Demirtaş di axaftina xwe de bal kişand ser zextên li ser baweriya Elewîtiyê û wiha got:
”Aqilê dewletê tu carî Elewîtî wekî baweriyeke wekhev nas nekir. Yan em tunekirin, yan jî xwestin me asîmîle bikin. Lê ev rê bi fermanan nehat birîn, bi sirgûn û sêpêyan jî ranewestiya. Dîroka me ne ya teslîmiyetê, ya berxwedanê ye.”

Demîrtaş her wiha rexne li saziya bi navê “Serokatiya Çand û Cemxaneyan a Elewî Bektaşî” girt û diyar kir ku ev sazî navendeke asîmîlasyonê ye û dixwaze Elewîtiyê ji cewherê wê dûr bixe. Demîrtaş got: “Duzgûno xeta sor a vî gelî ye. Em nahêlin cemxaneyên me bibin baxçeyê paş ên îktîdarê.”
Cem Bi Gulbangan Hat Girêdan
Piştî axaftinan, bi pêşengiya pîr û anayên ocaxên cuda erkana olî dest pê kir:
- Ji Ocaxa Kureyşan: Pîr Kazim Açiktepe û Engîn Seyîtalî Dedeoglû.
- Ji Ocaxa Derwêş Cemal: Ana Firaz Yalvaç.
Di dema cemê de gulbang hatin xwendin û piştî duayan, loqmeyên ku welatiyan bi xwe re anîbûn hatin parvekirin. Bername bi daxwaza aştî û biratiyê bi dawî bû.










