Daxuyaniya Mazlûm Ebdî ya derbarê hevdîtina bi Marco Rubio re

Kurdi

​Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Abdî, derbarê hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio re ku li Munîhê pêk hat, daxuyaniyek da.

​Abdî li ser hesabê xwe yê platforma Xê daxuyaniyek da û tê de bal kişand ser hevkariya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re. Abdî di peyama xwe de Wezîrê Karên Derve Marco Rubio nîşan da û wiha got:

​”Îro me ligel Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî, ji bo nîqaşkirina pêşkeftinên di cîbicîkirina peymana yekbûnê de, civîneke pir berhemdar pêk anî.”

​Mazlum Abdî di berdewamiya daxuyaniya xwe de spasiya rêveberiya Washingtonê kir û got:

  • ​”Ji bo rola ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di hêsankirina vê peymanê û piştgirîkirina pêşveçûna wê de lîstiye, em spasdar in.”
  • ​”Her wiha em wan hewildanên dîplomatîk ên ku rê li ber beşdarbûna şandeya me –ya ku di çarçoveyeke neteweyî ya berfireh de nûneratiya dewleta Sûriyeyê dike– di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de vekir, bilind dinirxînin.”

Van jî bibîne

 

Xembar Farqîn: ​Nifira Kevnar a Erdnîgariyê: Anatomiya Xiyanetê di Dîroka Kurdan de
Tom Barrack: Wêneyek bi qasî hezar peyvî ye; destpêkek nû

Nûçeyên Sereke