Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Abdî û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed al-Şeybanî, beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê bûn.
Şandeya ku ji Mazlûm Abdî û Esed al-Şeybanî pêk dihat û Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rojavayê Îlham Ehmed jî tê de cih digirt, bi Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio re civiyan.
Nûnerê Taybet ê DYA’yê yê Sûriyeyê û Balyozê Tirkiyeyê Tom Barrack, derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got: ”Wêneyek bi qasî hezar peyvî ye; destpêkek nû.”










