Serhildana Şêx Seîd a 13’ê Sibata 1925’an tevgereke Kurdistanî û Îslamî ya li dijî dewleta Tirk a zalim û pûtperestê. Serhildana Şêx Seîd her çiqas tevgereke Kurdistanî be jî, li dijî kufr û zilmê berxwedaneke îslamî ya gerdûnî ye.
Tevgera Şêx Seîd bi taybetî azadiya kurdan û bi giştî li hemberî emperyalîstan parastina misilmanên mazlum esas digire. Berxwedana Şêx Seîd Berxwedana li ser esasê parastina bindestan li hemberî Yezîd’ê vê demê, weke nûnertiya serhildana ku neviye Pêxêmber Huseyîn li dijî kurê Mawiyê Yêzîd’ê zalim pêk anî. Tevgera Şêx Seîd; Ji aliyê berfereh, bandor û giraniya xwe ya Kurdistanî û îslamî ve, di vê heyama dawî de li dijî mêtîngerên li ser axa Kurdistanê tevgera azadiyê ya herî girîngê. Şêx Seîd bi jiyan, teqwa, cesaret û têkoşîna xwe yek ji kesayetên bêhempa ye.
Ne hewce ye ku Şêx Seîd were vegotin, bi rastî ew nirxek mezin di dilê hema bêje hemû gelê kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê de tîne ziman. Ey Rêberê me yê Azadiyê; Bi milyonan neviyên we, rêya tewhîda ku we ava kiriye û azadiya gelê xwe dişopînin, ji bo li çar parçeyên Kurdistanê li ser axa xwe bi azadî bijîn,ala berxwedanê bilind kirinê û ber bi rêya ku we armanc kiriye ve di meşin.
Dema ku rêberê gelê kurd Şêx Seîd birin darvekirinê,rojnemevan ji Şêx Seîd dipêrsê wekî gotina dawî hûn çê dixwazê bêjin?Şêx Seîd,gotinen rêhvalê Pêxember (a.s) Hubeyb (ra) rêzên ku dema dibirin ser darê îdamê dinêvîsê: Jiyana min a li vê dinyayê qediya. Heger hun min bi wan çiqilên darê yên sade ve daliqînî ewê ne xema min be. Ez ne poşman im ku ez hatim qurbankirin. Bi rastî rêya min rêya Xwedêye. Ez hatim dawiya jiyana xwe ya li ser rûyê erdê. Ez ne poşman im ku min xwe feda kir ji bo miletê xwe.
Daxwaziya min ewêku neviyên min,min li ber dijmin şermîn nekin. Şêx Seîd bi serhildana xwe ya mezin a li dijî zalim û dîktatoran, tu carî têk neçû, ku berxwedana li dijî ruhê kolonyalîzmê kir dastan. Îro jî neviyên Şêx Seîd li Başûr,Rojava,Bakur û Rojhilat meşaleya azadiyê li ser axa Kurdistanê û hemû cîhanê bi rûmet, şeref û qehremanî hildigirin.
Bijî Berxwedana Rojava Bijî yekîtiya gelê Kurd Biji Kurdistana serbxwe û azad
*
/Serokê Giştî: Partiya Îslamiya Kurdistan-PÎK Hikmet Serbilınd/









